1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin
Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin,şîfreyên,gotinên,kurdî,veşartin

Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin

A+ A-

Dema kesek dimire, koça xwe ya dawî dike, mirov wî/ê dixe bin erdê. Ji vê binerdkirinê re kurmanc dibêjin "veşartin", zaza dibêjin "wedarnayîş".

Dibêjin "me filan kes li goristanê veşart." Çima dibêjin "me veşart"? Di vê lêkolînê de em dixwazin li ser dîroka  "veşartinê" rawestin, ku ji bo cendek (cesed) tê gotin.

Gora gelek serokên mezin ku daxa xwe li dîroka mirovahiyê xistin ne belî ye. Hinek peyamber (pêxember) hene ku kes cihê gora wan nizane. Gora Perikles, Sokrat, Sezar, Cengiz Han, gelek ji Fîrewnên Misrê, Hz. Îsa, Kleopatra û hîn gelek kesên din jî ne belî ye. Kes nizane li ku hatin veşartin. Wan daxa xwe li dîroka mirovahiyê xistin. Civakeke ku ev qasî di warê gora serokan de bihîstyar e, çawa cihê gora wan winda dike?

Di bingeha vê windabûnê de "veşartin" heye. Yanî bi zanebûn hatine "veşartin". Ji bo tu kes cihê wan nizanibe.

Li Kurdistanê bi hezaran gorên veşartî hene, bi vî rengî. Yek ji van jî li Çiyayê Nemrûd e. Gora Serokê Komagene Antioch ê Yekemîn nayê zanîn. Gora Atîlayê Mezin ku Ewropa stand jî nayê zanîn.

"400 kîlometir li başûra rojhilatê Ankarayê, li pozê Anti-Torosan, li bilindahiya 2.500 metroyan, wekî qûçekê, çiyayekî volkanîk heye. Navê çiyê Çiyayê Nemrûd e. Ne mazûvanekî baş e, ji mêvanan hez nake. Herêmeke girtî ye, demsalên wî dukirasî (ne belî) ne. Bi roj germahî ji 40 dereceyan dibore, dibe şev mirov ji serma diqefile. Dareke ku mirov li ber siya wê rûnê tune, kaniyeke mirov avê jê vexwe tune. Li pozê çiyê carinan bayekî sar, carinan baraneke reşêşkî, carinan babîsokek tozê çêdibe. An jî berf û cemed e. Dîsa jî, di van salên dawî de cihê turîzmê bû. Gerokên ji welatên dûr tên Çiyayê Nemrûdê. Gelek mirov ji bo hilatina rojê bi awayê herî xweşik temaşe bikin, diçin Çiyayê Nemrûd. Vê wekî 'mega-show a rengîn a xwezayê' bi nav dikin."

Gorên Abîdewî:

"Qralê Komagene Antioch ê Yekemîn 2000 sal berê jyaye. Pêşveçûna wî dikare wekî ya Îskenderê Mezin were binavkirin. Cudahiya wî ya ji Îskender ev e, ku tişta Îskenderî nekiriye wî kiriye û di bilindahiya 3 metroyan de peyker li dora gorên abîdewî daye çêkirin. Antioch, yek ji navê taybet ê qrêl e. Di sedsala yekemîn a Berî Mîladê de, qraliyeta wî bi pergal bû, lê ne girîng bû. Qraliyeta Komagene di navbera Împaratoriya Roma (rojava) û Qraliyeta Part (rojhilat) de wekî herêmeke tampon bû. Generalê Roma yê bi navê Pompei, piştî hevdîtinên demdirêj ên aştiyê, encax Berî Mîladê di 64'an de peymanek bi Antioch re çêkir.

Gotina kurt, cih û navdariya Qraliyeta Komagene bi qasî Abîdeya li Çiyayê Nemrûd nav nedaye, cihekî girîng negirtiye. Mîmar û karkerên Antioch, zinarên hûtînî şeh kirin û sê hewş û serbanên ku yek li bakur, yek li rojava û yek li rojhilat dinihêre çêkirin. Li serbanan peykerên 7-8 metro bilind bi cih kirin. Ji bo Antioch bixwe û ji bo xizmên wî rêûresma xwedayan, ango Panteon hate çêkirin. Lûtke (poz) ya ku serbanên peyker hatine bicihkirin wekî dawêra textê asîmanî ye. Yanî ya Xwedayê Mezin Zeus. Antioch li bilindahiyên Nemrûd qraliyeta xwe wekî welatê xwedayan kir cihekî bêmirin. Jixwe di navê wî de Nemir-ud-î heye."


Gora Qral li Kuye?

"Sedsal derbas bûn. Peyker hilweşiyan. Hinek ji wan ji holê winda bûn, hinek ji wan êdî nayên nasîn. Niha serê wan peyker-xwedayan li holê mane. Dîsa jî, bi qasî arkeolog kêfxweş bibin, li holê tiştin hene. Bi vî rengî plana giştî ya perestgehê hatiye çêkirin. Li serbana Rojhilat, qurbaniyeke agirî ya bi heybet heye. Li navînê cihê bavê xwedayan Zeûs heye. Li aliyê wî yê rastê xwedawenda bereketê, li çepê wî Antioch heye, ku baweriya xwedatiyê bi wî jî dikirin, ku jixwe navê wî Nemird bû. Li rex wan Apollo-Mîtra û Herkul-Artagne jî wekî peyker cih digirin. Li serbanên din jî hinek xwedayên Yewnanî û Persî hene. Rahîbên Antioch her meh li serbanan îbadet dikirin, qurban serjê dikirin, qesîde digotin, dîlan digirtin (dilîstin). Li nav peykerên xwedayî yên li serbanên Rojava jî Antioch heye, lê îcar bê rih e.

Heta vir her tişt asayî (normal) e. Perestgeh jî li cihê xwe ye. Lê Antioch li ku ye? Gora Antioch ê Yekemîn, Qralê Komagene li ku ye? Digel ku hemû Çiyayê Nemrûd ji bo wî hatiye çêkirin, gora wî ya pîroz li ku ye?"


Piştî Lêkolîna 20 Salan

"Hinek arkeologan di jiyana xwe de cihekî girîng dane lêkolîna gora Antioch. Theresa Goell a ku ji New Yorkê bû, digel Dr. Friedrich Doerner ji sala 1953'an heta 1973'an, 20 salan li Çiyayê Nemrûd kolan kir. Xêzkirinên plana Nemrûd hîn jî bi giştî nehatine weşandin. Lê dîsa jî rewşa orjînal a hemû perestgehê wekî wêne kişandiye. Nivîsên li wir deşîfre kiriye (xwendiye), peyker deşîfre (nas) kiriye. Her wisa horoskop (nexşeya asîmanî ya Astrolojîk) daye nasîn. Di horoskopê de 7'ê tîrmeha Berî Mîladê 62 an jî 63'an hatiye nîşankirin. Lê Theresa Goell û komê, digel hemû lêkolînan nekarîn gora Antioch bibînin. Di sala 1985'an de, dema arkeolog 84 salî bû, ku mir, xeyal hilweşiyabûn. Dema dendika hişk a Tumulus (*) dikolan, bi Goell re dudilî hebû, lê bawer dikir ku dê derî li wir be. Lê her ku ber bi binê gir ve çûn, kolan têk çû. Aşîta kevirên biçûk bi ser wan de dihat, dihedimî, bêyomî li pey hev çêdibûn û kun nedihate kolandin. Gir ji milyonan kevirên wekî hêkan hatibû çêkirin û têketina gir, wekî mirov bi bêran girê xîzê (qûm) vala bike bû. Di encamê de dest jê qeriyan û raz û sir ên Antioch nehatin naskirin."

Dê rojekê gor bên dîtin!

"Hîn serboriyeke nû dest pê nekiriye. Theresa Goellê jixwe tişta pêwist kiriye. Hemû hêl û bala xwe dabû ser serbanê rojhilat. Lê gelo hilbijartina wê tiştekî rast bû? Hîn du serbanên din hebûn. Ma nedibû ku gor ji wan di yekê de be? Di Cîhana Antîk de, di bingeha rîtuela îbadeta rojê de, berevajiyê rojhilat, rojava wekî mirinê tê binavkirin. Rojava û mirin yek e. Deriyê rojava ê bajarekî diviya destpêka gorê bûya. Nexwe gelo Antioch li aliyê rojava hate veşartin? Her çi be, li holê xapandineke şeytanî heye. Yanî Antioch bi awayekî şeytanî hatiye veşartin, ji ber mirovan hatiye veşartin, ji bo neyê dîtin hatiye veşartin."

Di vir de, careke din mirov wateya gotinên kurdî fam dike, ku çi qasî kûr e. Mirov fam dike ku ji bo cendekan (cenaze) gotina "veşartin" ji kîjan demê tê, çima "veşartin" tê gotin û çi serboriya wê heye.

"Hîn hilberînên teknolojiyê yên herî nû li Nemrûd nehatine ceribandin. Rojekê, dê teknolojiya herî baş li Çiyayê Nemrûd were ceribandin û vê raz a ku Çiyayê Nemrûd berevajî kiriye û veşartiye, derxe holê. Lê heta wê rojê, bi qasî ku tê famkirin, dê kes nikaribe Antioch aciz bike."

Çawa Dihatin Veşartin ?

Ji bo "veşartin"a cendekan, an jî cendekê kesên girîng were famkirin, divê em lêkolîna xwe bidomînin. Heke em çîroka veşartina Atîla vekolin, ev mijar jî hinekî din ronî dibe.

Yek ji gorên winda, ku nehatine dîtin jî, gora Împaratorê Mezin ê Hûn e. Atîlayê ku di sedsala 5'mîn de berî dabû dagirkirina Ewropayê û şerên mezin kiribû. Artêşa hûtînî ya Atîla, ku ji asyayî û slaviyan pêk dihat, Împaratoriya Roma parçe kir. Roma ewqasî qels û lawaz ket, ku Alaric piştre bi hêsanî karî Romayê hilweşîne. Bi qasî 20 salan, Atîla li Nava Ewropa rûnişt, ji Derya Hezarê heta Çemê Ren Împaratoriya xwe fireh kir. Piştî Mîladê di sala 451'ê de Atîla ji Tûnayê ber bi Galyayê ve dest bi tevgerekê kir. Artêşên hevgir, ku tê de îsewiyên rojavayî, neteweyên balqanî û yên rojavayê Anetoliyê hebûn ava kir. Atîla ne leşker an jî generalekî perwerdekirî bû. Lê yekî kone bû, teqtîk diafirand. Jixwe dema li Galyayê berxwedaneke xurt dît, qet xwe û artêşên xwe neêşand, ev kar hişt ji derbeke din re û hêdîka paşve vekişiya. Piştî salekê berê xwe da Îtalyayê. Li gor hinekan wekî babîsokekê kete Bakura Îtalyayê. Padua, Verona û Mîlano kir ku wekî şênî li ser rûyê cîhanê nemînin. Dema gihaşt Venedîkê, gel bajar terikandibû. Venedîka antîk hindik mabû ji dîrokê were avêtin. Dê dor bihata ser Roma. Lê hîn jî sedem nayê zanîn, Atîla rawestiya ji nişka ve. Artêşa xwe li Deşta Po belav kir û bi Papa re hevdîtin qebûl kir. Yek ji girîngtirîn hevdîtinên dîrokî ye. Li qeraxa Çemê Po, di rojeke germ a havînê de çêbû. Dema herduyan hevdu dîtin, li rex Papa tenê çend rahîbên ku qesîde dixwendin hebûn. Çi axivîn, çi ji hev re gotin. Kes nizane. Dê nizanibin jî. Lê xuya ye Atîla kete bin bandorê û helwesta xwe guhert. Li gor çavkaniyên Vatîkanê, Papa ji Atîlayî re gotiye, heke ew Romayê tune bike, dê ruhê wî nebe nemir. Belkî Papayî jê re got dê ev artêşa hûtîn a hevgir timî nede pey wî. Her çi got, di encamê de Atîla roja duwê biryargeha xwe da hev û bi lez vekişiya. Li gor gotegotan, gotiye "Ez diya Xwedê di aştiyê de dihêlim."

Navbênkarê Romayê, bû dîtyar û çîroka veşartina wî nivîsî;

"Atîla polîgam bû. Jinên wî bêhejmar bûn. Di zivistana paşîn de biryar da ku zewaceke nû bike. Bûk pir xweşik bû, parçeyek ji heyvê bû. Keçeke alman bû, navê wê Îldico bû. Fermandarê artêşên xwe civand û dîroka daweta xwe li kampanya şerekî nû (biharî) rast anî. Şeva dawetê kêf û seyranek mezin bû. Atîla pir vexwar. Ewqasî vexwar ku du-sê caran pozê xwî di xwînê der bû. Serê sibehê bûkê kir qîrîn. Yên ku bi lez çûn, Atîlayê mirî dîtin. Li gor baweriyan bi xwîna pozê xwe fetisî. Li gor kronîkên Romayê nivîsiye, Dayika Meryem Roma rizgar kir û Atîla şand dojehê (cehnime). Li Romayê bû cejn. Bi rojan pîrozbahî hatin kirin."

Em dûmahîkê ji nivîsandina Navbênkarê Romayê Priscus hîn dibin:

"Li gor kevneşopiyan hinek ji porê Atîla hate jêkirin. Rûyê wî tijî birînên tirsnak ê şer bûn, nixumandin. Hemû fermandarên mezin digiriyan, lê ne wekî gazindeyên jiyan. Wan şervanên bi saw û bêdilşewat xwîna xwe diherikandin û bi vî rengî şûna wî digirtin... Li navenda deştê konekî hûtînî yê ji hevrîşim dimeşiya. Bêhejmar erebe di bin konê vegirtî de bûn. Cendekê Atîla li pêşiya kon hatibû dirêjkirin. Rêz û hurmet ji wî laşê wî yê bêgiyan re jî dihate girtin. Tirs û saw dida. Siwarên bijare ên Hûn li dora wî bûn. Tê bêjî qey em di pêşbaziyeke bi heybet a siwareyan de bûn, li hîpodromên Roma. Lê li vir qet dengê mirovan tunebû. Li teşta mezin tu kes nediaxivî. Tenê zîqîniya tekerê siwareyan, tingîniya nalê hespan, hirîna hespan, şingîna çekan û pêl bi pêl dengê qesîdeyên şûnan, stranên cenazeyan bilind dibûn. Nehatibû dîtin ku bi sedhezaran kesan wisa rêzdarî li hember serokê xwe nîşan dabin. Piştî dêrindêza şûnê, dêrindêza "Strava" dest pê kir, ku tê de axîn û nalîn hene.

Mirovên ji nijad, bawerî û zimanên cuda digel dilîniyên xwe yên cur bi cur, bala xwe didan ser xaleke bi tenê, tiştekî ecêb bû. Li gor kevneşopiyên hûnan piştre kêf û şahiyê dest pê kir; mirin bi şahiyê pîroz dikirin û di dema şahiyê de dê veşartinê dest pê bikira. Ya rast, şahî ji bo cihê lê hatiye veşartin neyê zanîn bû. Di nîvê şevê de Atîla xistin tabûteke zêrîn, tabûta zêrîn xistin tabûteke zîvîn û ew jî xistin tabûteke hesinî. Ev sepan tenê ji bo qralên pir mezin dihate kirin. Hêsin, dewletên ku qirêl dagir kiribû dianî zimên. Zîv û zêrj jî şeref û hêza împaratoraya wî dianî zimên. Çekên ku Atîla ji dijminan bi dest xistibûn, bêhejmar cewher û xişr li gel tabûtê hatin bicihkirin. Ji bo qralekî çi pêdivî hebin, hemû jê re hatin pêşkêşkirin. Êdî, dor li ser dûrxistina meraqa mirovan bû. Piştre hemû kesên ku ev amadehî kirin û tabût û alav kişandin gorê, hatin serjêkirin. Berambareyi keda wan kuştin bû, ji bo veşartin bigihîje armanca xwe û cihê gorê neyê zanîn. Tenê, ji bo zûka bimirin serjêkirina wan bi lezgînî hate pêkanîn..."

Pricsus evqasî dinivîse. Di dîrokê de gelek qral digel evqas xişr û dewlemendî hatine veşartin. Digel Atîla dewlemendiyên ku ji başar û welatên Ewropa hatibûn talankirin, hatin veşartin. Lê veşartina tabût û xezîneyan û piştre kuştina kesên ew veşartine kevneşopiyeke asyayî ye. Berî Cengiz Han ê Imparatorê Moxolan, ev çand bi Roma re jî hebû. Berî ku tirk bên Enetoliyê, hîn ku Roma li Enetoliyê û Mezopotamya bûn, gelek gorên xwe bi vî rengî veşartine.

Li Kurdistanê heta niha gelek gorên veşartî, yên dema Berî Zayînê hatine dîtin. Hinek ji van goran, di binê bîran de, di dîwarê bîran de, piştî vekirina deriyekî hatine dîtin. Deriyê wan goran ku yek parçe ye, ji xerca bi navê “xoracan” hatiye seyandin. Xorasan, ji xercek wisa dihat çêkirin ku li kîjan kevirî biketa, ji toza wî kevirî dihat çêkirin ku şopa wê nemîne. Di xerca xorasanê de hêk jî dihatin bikaranîn ku baş bicebire. Piştî salan xorasan dibe parçeyek ji zinar û keviran û şopa xwe winda dike.

Gorên gelek ji wan serokan wisa di zinaran de, an di binê bîran de hatin çêkirin, ku tu kes nefikire û rê bi ser nexe. Hinek gor piştî sedsalan li ber çemên mezin derketin holê, hinek li ber avên ku ji bilindahiyan dihate xwarê, hinek di hundirê zinareke mezin a nav baxçeyekî hatin dîtin û bi piranî li gor rasthatinekê bûn.

Împaratorê Çînê Qin Shi Huan Di jî her wekî Atîla hatiye veşartin. Lê gora wî, bi lihevhatineke balkêş hate dîtin. Dora gorê bi miriyan tijî bû. Gora Cengîz Xan hîn jî wekî gora Atîla nehatiye dîtin. Digel ku 15 sedsal jî di ser re derbas bûn, hîn li derekê radizê, li hêviya keşfê ye.

Mirovên ku li gora Atîla geriyan, pêşî gotin gelo biryargeha dawî ya Atîla li ku bû. Lê bersiva vê pirsê têra tu tiştî nake. Ji ber ku kes nizane bê gelo ev dêrindêz li wir hatiye kirin an na. Piştî mirina Atîla, em dizanin ku konek li ser siwareyan hate vegirtin û ew dimeşiya, çiqasî dûr çûn, bi kîjan alî ve çûn, nayê zanîn. Jixwe nayê zanîn ku di navbera mirin û şeva veşartinê de çend roj jî derbas bûne. Li ku rawestiyan, li ku dêrindêza veşartinê dest pê kir. Priscus ê navbênkar tîne zimên ku wî serdana cenazeyî kiriye. Behsa avahiyeke textînî dike, lê li ku? Gelo qet şopek nema?

Em çiqas bidin pey mijarê, gotina "veşartin" jî ewqasî çêtir tê famkirin. Bi rastî jî her tişt "veşartine". Kurdan, dema ku nav li vê kirinê kirine, bi rastî jî di dîrokeke pir kevin de nav lê kirine û xuyaye di zimanên der dora me de tenê ev gotina kurdî vê çand û kevneşopiyê baş îfade dike.

Ji bo kesên ku meraq dikin, em mijarê bidomînin.
Di nivîsên Priscus de tenê nîşanek heye. Navbênkar tîne zimên ku ew di çemên Tigas, Tiphesas û Drekon re derbas bûne, lê gelo li ku di çem re derbas bûn? Gelek dîroknas difikirin ku çemê bingehîn ê ku Priscus tê re derbas bûya Tisza an jî Theiss e ku li Macaristanê ye û ji lew re dibêjin ku dibe biryargeha Atîla li bakura Koros, li bilindahiyekê be û Tisza di wir re derbas dibe. Ev jî îro li rojhilata Budapeşte dimîne. Her wisa tê gotin, ku navên piştre ji Priscus hatine standin, bi awayekî çewt hatine nivîsîn. Baweriya hevpar ew e ku li dora Bûdapeşteyê, lê ev têra tu tiştî nake. Ew der herêmek pir mezin e.

Ta îro ji bo dîitina gora Atîla tu lêkolînên fermî nehatine kirin. Jixwe li gor hinekan ev karekî ji dervê derfetan e. Wekî mirov li zeviya gihê li derziyekê bigere, tê binavkirin. Di dema Sovyetê de ev jixwe nedihat fikirîn. Niha belkî hêsantir be, lê kî dikare lê bigere?

Di dema Almanya Nazî de, ji bo lêkolîna mijarên nepenî komeke SS hebû. Hate gotin ku ev kom digel gora Atîla li gelek mijarên nepenî xebitiye. Lê qet delîl tune. Xuya ye heke bêhemd, bi awayekî rasthatinî neyê dîtin dê Atîla û xezîneyên xwe li cihê xwe yê veşartî bimînin.

Lê dîsa jî tiştek heye; îhtimala ku komek lêgerînerên xezîneyan dîtibe, vala kiribe û tabûta wî niha li çem hezkiriyiyekî entîkeyan be... Ji bo gora Atîla belkî wisa be, lê ji bo gora Antioch ê li Çiyayê Nemrûd em dizanin tew nebe di dema Komara Tirkiyeyê de şêlandinek çênebûye. Lê dîsa jî... Gelo?

* "Throne Above the Euphrates" Theresa Goell; National Geographic Magazine, 119. cild, No:3-Adar 1961

* "The Age of Attila" Ann Arbor; Weşanên zanîngeha Michigan, 1960 (ji bo wergerên Priscus)

* "History of Attila and the Huns" Weşanên Oxford, Clarendon Press, 1948

Nîşe: Ya rast min nezanî ez ê vê gotarê çawa biweşînim. Herî kêm 3 sal di ser re derbas bûye û ez nema dizanim ku min ku der ji ku wergerandiye û kîjan agahî ji ku aniye. Ya rast, her çiqas ev gotar di beşa min de û bi navê min tê weşandin jî, hûn wisa qebûl bikin ku ji sedî 90'ê vê nivîsê anonîm e. Ji nûçe û gotaran agahî hatine berhevkirin û wergerandin. Bi hêviya hûn li min negirin.