Şûr Di Tûr De Neçû!
Dewleta tirk ji destpêkê ve hewl dide ku Tevgera Azadiya Kurd legalîze nebe û di nav siyaseteke demokratîk de neyê meşandin. Ji bo vê, ji bo terorîze û krîmînalîze kirina Tevgera Azadiyê, ev 30 sal in û bi taybet jî ji destpêka salên 1990î ve çi ji destê dewletê tê dike. Ji bo vê gelek caran kesên sivîl kuştin û kirin stuyê PKKê. Bi taybet jî cerdevan û malbatên cerdevanan dikuştin ku bi hêsanî bikaribin bêjin PKKê kiriye, her wiha malbat, nas û xizmên wan cerdevanan jî, bêtir li dijî PKKê sor bikin, bikine dijmin ji PKKê re. Bi kevirekê dixwestin çend çûk bikujin. Ev polîtîkayên wan pirê caran bi ser ketin û di dema xwe de û li gor wan rola xwe lîstin. Lê, tu carî nekarîn rastiyê heya dawî manîpule bikin, veşêrin. Di 15ê çileya sala 1996an de, 11 gundiyên ku di nav siwareyê de hatin kuştin û şewitandin ji vê yekê re mînakeke pir aşkere û baş e. Lewra wezîrê wan Adnan Ekmen bi xwe îtiraf kir ku bûyer ji aliyê JÎTEMê ve hatiye kirin. Ev bûyer jî di dema şerrawestandina PKKê de hatibû kirin. Li Çewlikê kuştina 33 leşkeran jî dîsa mînakeke balkêş e û hîn gelek mînakên weha dikarin bêne dayîn ku dewletê xwestiye pêvajoya şerrawestandinê provake bike û her wiha nehêle ku Tevgera Kurd bikeva qada siyaseta legal a demokratîk.
Dewleta tirk bi van kiryarên xwe timî hewl da ku rê li ber pêşveçûna Têkoşîna Azadiyê bigire, ji gel û raya giştî ya cîhanê îzole bike, terorîze û illegalîze bike. Lewre wê demê wê bêtir bikaribe bi hêsanî bi ser PKK’ê ve û di bin vî navî de, bi ser gelê kurd ve here, tepeser bike, di bin destê xwe de bigire û hemû daxwaz û xiyalên gelê kurd ên azadiyê bifetisîne, mîna xwe bike devşorme ku êdî nekarin li dijî dewleta dewşormeyan serî hildin û bibin xewnereşka wan. Lewra wan timî di hebûna kurdan de tinebûna xwe dîne, ji lewre ye ku ew qasî bê sînor û pîvanên mirovahî ne.
Komkujiya Zanqirtê jî ne bêyî hay û gumana dewletê ye. Lewra wan xwe da ber têkçûna DTPê ya hilbijartinên 29ê Adarê. Ji bo vê kurdên spî, TV, ’Konferansa Kurd’, hin sazî, dezgeh û partiyên kurd jî hatibûne amadekirin, Tayîp jî ji vê yekê pir bawer kiribû, xwe qup dikir û loma jî piştî encaman ew qasî har bû. Belê piştî encaman ne tenê Tayîp, dewlet bi xwe har bû. Hesabên der û malê, li gel hemû lîstikan jî negirtin. Her wiha PKKê jî, ji bo rê li ber çareseriya demokratîk bê vekirin û ev pêvajo hêsantir bi rê ve biçe, car din şer heya 1ê hezîranê da rawestandin.
Di demek weha de ku dixwazin rê li ber pêşveçûna tevgera siyasî, aştîxwaz û demokratîk a kurd bigirin û terorîze bikin, rêveber û xebatkarên DTPê bi sedemên ne li rê û derhuqûqî û dermirovahî digirin davêjin zîndanan, her wiha li dijî parlamenterên DTPê fezleke têne amadekirin, ev komkujî nabe ku bêyî hay û gumana dewleta tirk be. Ji xwe leşkerên qereqola nêzî gund, li gel ku têne hişyarkirin jî, piştî komkujiyê bi du saetan diçine gund ku ev bi serê xwe jî, şik û gumanan zelal dike. Meriv merivên dewletê, çek çekên dewletê, fişek fişekên dewletê û qereqola dewletê li ber devê gund!.. Lê ji ber komkujî mezin bû û kujer jî him nas û him ’nezan’ bûn, bi gotina wan, nekarîn vê kiryara qilêr a dijmirovahî, bikine stuyê PKKê. Şûr vê carê di tûr re neçû.
DTPê jî li hemberî vê komkujiyê û lîstikê helwesteke xweş û di cî de danî, heman rojê çû ciyê bûyerê û helwesta xwe diyar kir. Bi vî rengî wan jî hesab û lîstikên dewletê, ji aliyê xwe ve vala derxistin.
Hêvîdar im ev êş, bibe destpêka hişyariya cerdevanan, cerdevan êdî dev ji vî karê qirêj berdin, neyêne lîstikên dijminan. Li ser êşan şîn dibin tiştên xweş û bi taybet li cografyaya kurd!..
Mahabad F. ARDA 2009-05-06 [email protected]