1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Şûrê Surrealîzmê Dikare Çi Bibire ?
Şûrê Surrealîzmê Dikare Çi Bibire ?,şûrê,surrealîzmê,dikare,çi,bibire

Şûrê Surrealîzmê Dikare Çi Bibire ?

A+ A-


Gotina “derew” li zora surrealîstan neçe û tew wekî bersîv jî dibêjin; “ Ma edebiyat û rastî?” Dema ew wisa dibêjin şûrê bi rastî yê di destê mirov de jî dikeve û mirov û ew dibin wekî hev. Tekane amûr, tekane çek û tekane berik gotin in êdî.Piştî ku di destê rastgo û nerastgoyan de amûra gotinê bi tenê ma, serkeftin jî dimîne li ser tiştekî bi tenê: Kî xweşik bi kar bîne.
Ev ji sed salî zêdetir e ku şerê di navbera realîzm û surealîzmê de didome û heta niha kes bi vî rengî nêzikî wê nebûye. Kesên di vî şerî de jî tu carî ji hev re negotine “ma ev çi şer e em dikin, em her du jî bi heman çekê şer dikin û heman çekê bilind dikin. Tewer şerê me jî ji bo me ye, an ji bo vê çekê ye, ne belî ye.”
Sedema ku em jî îro li ser vê yekê disekinin, ew e ku yek ji me jî ketiye nav vî şerî. Helîm Yûsiv… Bi baweriya min di bin her hunerê de razek heye, kesayetiyek heye, nerînek û bandoreke civakî heye. Heke em van xalên dora Helîm Yûsiv nas bikin, em ê çêtir bikaribin bêjin ku gotinên wî tên çi wateyê, an jî hunera wî tê çi wateyê.
Berî her tiştî bi erebî dinivîsand. Zimanê erebî ji Quranê û vir zimanekî sînorkirî ye. Kesî newêribû bi erebî helbest binivîsiya, an jî nivîseke xweş û edebî binivîsiya. Lewra zimanê herî xweş, ê herî helbestî, edebî û hêja zimanê Quranê bû. Nivîsandina helbestê bi deh salan maye di nav nîqaşan de. Vê bandorê heta sedsala 20î domandiye. Ku yekî rabûya Mirî Ranazin binivîsanda, dê teqez ji Galileo xerabtir bihata serê wî.
Di dawiya sedsala 20î de Helîm Yûsiv bi vî cureyê edebî di nav erebî de çi dinimîne, ez niha nizanim. Bêguman edebiyata erebî ji nav wan sînorên olî derketiye û bergeh li ber xwe fireh kiriye, Mirî Ranazin ji bo edebiyata erebî ya îro çi îfade dike em nizanin. Li pey vê yekê, xaleke din a hêjayî nirxandinê ew e ku Mirî Ranazin di sala 1996an de bi kurdî çap dibe. Bayê Azadiyê yê ku li bakur diherikî jî, ji aliyê ku wî serê xwe datanî ser balgiyê ve dihat. Gelo Helîm Yûsiv bi wî bayî re rabû ser xwe, an di nav edebiyata erebî de bi guftûgo û helwestên edebî? Vegera wî ya edebiyata kurdî hîn piştî van pirsan dibe xwedî nirx.
Di pirtûka Mirî Ranazin de, di çîroka Guhê Jêkirî de Remo heye. Remo bi guhê xwe yê jêkirî dikeve hundir. Jêkirin û jêbûna guh pirsgirêk e. Pirsgirêka wî pirsgirêka mala wî ye jî. Mal, cihê jiyanê ye. Ji bo hinekan mal xweş e, ji bo hinekan gund, ji bo hinekan bajar û ji bo hinekan jî welat xweştir e, yên din teng in. Remo divê here ser bijîşk. Bijîşk ne çare ye, lê çareyê dizane. Nexwe bijîşk zana ye, zanyar e, xwenede ye. Remo li hêviya sibehê dimîne, lê nabe sibeh. Roj hilnayê. Gelek caran mirovên me di nav pirsgirêkan de dibêjin “hema roj li me hilata…” Ev biwêj tê wateya riya çareseriyê.
Remo li mekîneyekê siwar tê ku here bajêr. Lê ne rê diqede, ne jî roj hiltê. Mekîne amûr e. Mirov bi riya amûran hin tiştan pêk tîne. Dibe ku ev amûr partî be, dibe ku rêxistinek be, dibe ku tiştekî din be. Rê naqede… Yanê riya çareseriyê dirêj e. Rêwî bi hev dikevin. Nîqaş li ser serê ajovên e. Heke mekîne partîya çareseriyê be, ajovan jî dibe serokê wê partiyê. Rêwiyên ku dibînin ne roj hiltê ne jî rê diqede, dê berê xwe bidin ajovên û doza guhertina ajovên bikin. Li gor Remo ajovan xewar e, bi vî awayî nikare wan bigihîne armancê. Ew dixwaze derbasî şûna ajovên bibe. Di nav her partî, an jî rêxistinan de tiştên wiha dibin. Gelek kes li dij vê daxwaza Remo derdikevin. Leşker jî. Leşker pergalê temsîl dikin û li gor ku ajovan jî ajovanê wan e, rêxistin jî ne di destê gel de ye, ajovan jî ne ji gel e. Gel bi çavekî “hema roj li me hilê” li pirsgirêkê dinihêre û ji qerepelê hez nake. Dixwaze rakeve. Heta ku mirin hebe jî bila di xew de were.
Rê dirêj e, ajovan xewarî ye, roj hilnayê, ajovan naguhere, kesê ku dixwaze biguhere guhê xwe li ser dike, alîkarê ajovên ava tijî dermanê xewê belav dike, rêwî radikevin, nîqaşa ji bo çareseriyê dişikê. Partiyên ku bi pergalê ve girêdayî ne û gel bi armanca ronahiyê lê tên ser hev û pê dixapin li her welatî hene.
Di vê çîrokê de mijar bi vî rengî dihere. Her sembola ku hatiye bikaranîn bi zimanekî eşkere dikare bi vî rengî li ser pirsgirêkên me werin şîrovekirin. Rasterê zimanê şîfrekirî ye.
Bi baweriya min surrealîzm jî zimanekî şîfrekirî ye. We çi bihîstibe deynin aliyekî û bi tenê li şîroveya wê binihêrin. Hûn ê derkevin rastê.
Di vir de ya girîng ne ew e ku em Guhê Jêkirî çawan şîrove dikin. Lewra bi dehan kes dikarin bi gelek cureyên din jî şîrove bikin. Dibe ku hemû şîrove jî li ser bingeheke rast bin. Dibe ku piraniya wan rast bin. Nexwe gelo Surrealîzm pişta xwe dide realîzmê? Belê li gor gelek kesan bersiva vê pirsa “na” be, lê ne rast e. Di dinyayê de tu kes nikare bi tevahî surrealîst be. Lewra ew çi sembol û tiştan bi kar bîne bila bîne, ew tişt di rastiyê de jixwe hene û ancax ew dikare bi wan tiştan bilîze û bi wî rengî pêşkêş bike. Dema ku Helîm Yûsiv dibêje “dûxanê di guhê wî re davêt derve” hem dûxanê, hem jî guh wekî du tiştên real digire dest. Heta gelekan ji me dîtiye ku hinek cixarê dikişînin û dûxanê di guhê xwe re derdixin. Çi ma? Tişta ku ma ew e, honandina wê surrealîst e, an jî gotin tên şîfrekirin û bi wî rengî tên pêşkêşkirin.
Pirs ev e: Vî zimanê şîfrekirî di erebî de çi îfade dikir? Ku hem erebî be, hem jî ji bo ereban hatibe nivîsîn, divê bi kurdî re heman tiştî îfade neke. Hingê wateya wê ya surrealîst derdikeve pêş û jixwe cesareta ku van tiştan bide weşan jî ji vê yekê tê.
Lê gelo çima piştî Mirî Ranazin û Mêrê Avis pirtûkên din jî heman bandor ava nekirin? Dîsa bandora vê yekê jî hinekî ji rewşa civakî tê. Her çi qas bandora berhemê bi xwe bingeh be jî, rewşa civakî jî wisan girîng e. Wekî ku Mem û Zîn piştî xwe bi 300 salî hatibe famkirin. Li ser vê pirsê mirov dikare qala bandoreke din jî bike. Ew jî ev e: Realîzm girîngiya xwe ji dest bernade û surrealîzm divê wê bi kar bîne.
Di sala 1997an de ku li Trabzonê, li ser ranzaya girtîgehê min pirtûka Mirî Ranazin xwend. Min bêhemdî xwe li ser berga wê pirtûkê wiha nivîsî: “Ji bo min di edebiyata kurdî de dema berî Helîm Yûsiv û dema piştî Helîm Yûsiv heye êdî. Ez bi xwendina vê pirtûkê ketim demeke nû.” Lê piştî wê romanê , min lingê xwe danî ser realîzmê. Ji ber ku mirov ji kê re binivîse, mirov hinekî jî bi bandora wan, derdorê, kesayetiyê, bawerî û hwd. dinivîse. Cureyên edebiyatê hinekî bi vî rengî derdikevin holê. Ew bandoreke li gor xwe li ser mirov dikin û mirov dewlemendtir mezin dikin.
Di encamê de divê bêjim ku gel û xwendevanên kurd zû ji wî hez kir û hîn jî jê hez dike.