5 deqîqe xwendin

Ji heyeta Rojava banga pêkanîna yekitiya neteweyî

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM 16.06.2014 07:51:08 Heta Kantona Cizîrê ya ji Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Salîh Gedo, Berdevkê Komîteya Siyasî ya Meclisa Makeqanûnê Abdulkarîm Omar û serokê Meclisa Yekitiya Suryaniya Bessam Îshak pêk dihat di 9’ê hezîranê de çûn Swêdê û dawiya hefteyê di konferanseke ya li Stockholmê pêk hat de geşedanên li Rojava û serdanên xwe yên li welatên Ewropa nirxandin.

Serokê Kurdcîde Watch CHAK’ê Azad Haydarî moderatoriya konferansê kir û axaftina yekem Salîh Gedo kir. Gedo geşedanên li Rojava û her wiha yên li Iraq û Musuê nirxand û balkişand ser girîngiya yekineyên netewa kurd.

Gedo geşedanên li Sûriye û Rojava yên ji sala 2011’an pêk tê girt dest û wiha got: “Tevgera Azadiya Kurd piştî ku pevçûna du alî derket wan her dur jî tercih nekir û riya sêyem hilbijartin. Me rêxistibûna Rojava tercîh kir. Muxalefeta Sûriyeyê got dê rejîma

Esad di demeke kurt de dest ji desthilatdariyê berde, le ev tahlîlên wan nerast bûn. Li Rojava ji bo yekitiya kurdan û gelên din hewldanek mezin me nîşan da. Li şûna ku muxalefet bibe xwedî helwesteke ku aştî û demokrasiyê bîne, berovajî vê kirin. Lê Kurdan jib o yekitiya gelan hewldanên mezin nîşan dan.

YEKITIYA KURDA JI HER DEMÊ ZÊDETIR FERZ E

Gedo got geşedanên li Iraq û Musulê pêk hatine, li gelê kurd jiher demê zêdetir yekitiya netewî ferz kiriye û wiha pê de çû: “Divê hemû partiyên kurd xetereyên li Rojava û cihê dibîn bibîne û li gorî vê tevbigere. Îro divê her tişt li aliyekî bê hiştin û yekitiya Kurdan bê pêkanîn. Şert û merc vê li me ferz dikin. em hemû dixwazin ku ev xewn pêk bê.”

Serokê Meclisa Yekitiya Suryanî Bessam Îshak jî got rejîma Baas di navbera gelê li Sûriyê dijîn de dîwar lê kirine û gel ji hev dur xistibûn lê piştî ku gelên li Rajava bi hev re tevgeriyan biryar girtin û got: “Tu bendewariyeke me ji rejîma Baas tune. Ne mumkune jî. Me kurd, ereb û suryanyan li hev kir. em li ser pêşerojê bûn tifaq.”

Îshak got wî jî demekê di rêveberiya Konseya Netewî a Sûriyê (SUK) de cih girtiye û ji ber ku der barê mafên me de ewlehî nedan me ez ji Artêşa Azad a Sûriyeyê veqetiyam.

Abdulkarîm Omar got kurd parçe û hêzek girîng ya hêzên demokrasiyê ya li Sûriyeyê ye û got: “Em hem di alî kurdbûn û hemjî di salî Sûriyeyê bûnê de xwe berpirs dibînin. Em bi vê hişmendiyê li dijî rejîma Esadji destpêkê de daketin qadan. Em di nava têkoşînê de bûn. Lê me dît ku rejîma Esad wisa hêsan hilnaweşe.

Sûriye ji welatên din cudatire û rejîm bi hêsanî hilnaweşe û em neçar man bi Ereb û Suryaniyan re biçin avabûnek nû. Kanton bi tevlibûna gelan û rêxistinên civaka sivîl xwe rêxistin kirin.

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞEKE JINÊ YE

Omaar diyar kir ku li Kantonan zimanê kurdî, erebî û suryanî wek zimanên fermî hatine qebûlkirin û got: “Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Jin ligel qadên civakî û siyasî, di qada parastina Rojava de jî di eniya pêş de cih digirin. Li Kantonan û rêxistinên din de ji sedî 40 kotaya jinê heye û gelek wezaret ji aliyê jinan ve tên birêvebirin . divê ev ji aliyê Sûirye û welatên herêmê ve mînak bê girtin. Muxalefeta Sûriyê her tim li daxwazên gel guhê xwe girt, helwesta muxalefetê ji ya Esad paşverûtire. Muxalefetê digotin emê destpêkê Esad bixînin û pitşre jî kurd û kêmarên din binirxînin.

CÎHAN NEÇARE ROJAVA BIBÎNE Û QEBÛL BIKE

Polîtîkayeke demokratîkkirina Sûriyeyê ya muxalefetê tune. Cîhan neçare Rojava bibîne û qebûl bike. sekna herî demokrastî me xist jiyanê. Ji ber vê jî em alternatîfa sêyemînin.

Bi piştgiriya Tirkiye û Sûriyeyê li dijî Rojava komkujiyên hovane pêk hatin û armanca wan ev bû ku gel terorîze bikin. Serkeftina Rojava serkeftina hemû Kurdistanê ye. ji ber ku serkeftina vir dê li her derê xwe bide qebûlkirin. Ev nayê nîqaşkirin. Em li Başûrê Kurdistanê bi hemû partiyên siyasî re hatin cem hev û me xwest kantonan nas bikin û PDK nêzîkatiya xwe ya li dijî Rojava biguhere.

KURDAN DERFETA HERÎ MEZIN BIDEST XIST

Kurdan derfeta herî mezin ya sedsalê bidestxistine û ligel hemû ambargo û êrîşan bi fedekariyeke mezin pêşveçûnên mezin pêk anîn. Em bang li hemû welatat û saziyan dikin ku ji bo hilbijartinên me yên meha îlonê çavdêran bişînin. Heyeta Rojava piştre bi rayedarên wezareta Karê Derve ya Swêdê re civînek çêkirin. Sekreterê wezareta karê derve Asa Hjalt û berpirsê welatê Roj-Hilat a Hikûmetê Jan Thesleff tevli civînê bûn. Heyetê di civînê de der barê Sûriye, Rojava û Musulê de agahdarî kir.

Her wiha heyetê bi rayedarên Navenda Olof Palme re jî civînek pêk anîn.heyetê bi berprisê Saziya Starbûna Zarokan (Radda Barnen), Mona Strîngberg re hevdîtin kir.

Serdanên heyetê yên li Swêdê îro dê bi dawî be û ji îro şûnde dêli Fînlandiyayê bidome.