1 deqîqe xwendin

100 çete ji DAIŞ’ê veqetiyan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê bi hev ketin, di encamê de 100 çete veqetiyan û reviyan.

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Reqqayê ji nûçegîhanên ANHA’yê re ragîhandin ku çeteyên DAIŞ’ê ev sê roj in piştî ku êrîşa wan a li dijî Girê Spî hat pûçkirin û operasyona QSD’ê ya ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ destpê kir, ketine nava tirs û xofeke mezin û ji bo wê dewreyên xwe li nava bajêr zêde kirine.

Li gorî agahiyan ku hatin bidestxistin, çete duh li derdora Çerxerêya El-Neyîm û taxa El-Rimêlê yên bajarê Reqqayê xwe bi xwe bi hev ketin. Sedema vê yekê nehat zanîn. Di encamê de 100 çete ji DAIŞ’ê cuda bûn û reviyan.

(he)

ANHA