Komîteya Navendî ya Komala (Partiya Zehmetkêşên Şoreşger ên Kurdistana Îranê) bi daxuyaniyeka fermî pêşniyaza "entegrasyona demokratîk" a ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve ji bo Rojhilatê Kurdistanê hatibû rojevê bi tundî red kir.
Li gor Rastinewsê weşandiye, di 30'ê Kewçêrê de, Komala bal kişandiye ser wê ku, eger ev têgîn bê bersiv bimîne dikare zirarên giran bide tevgera Kurdî û destkeftiyên neteweyî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev model di naveroka xwe de ne zelal e û Kurdan ne wekî neteweyekî xwedî ax, lê wekî pêkhateyeka civakî û hindikahiyeka çandî ya di nava civaka perçebûyî ya Îranê de pênase dike.
Partiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ev awayê entegrasyonê tenê ji bo civakên koçber dikare derbasdar be û Kurdên li Swêdê an Tirkên li Almanyayê mînak da. Komala got: "Kurd hindikahiyeka koçber a bê ax nînin; Kurdistan welatê hezar salan ê Kurdan e. Modela entegrasyonê ya bê serweriya axê û bê mafê çarenûsa neteweyî, ji Kurdan re herî zêde asîmîlasyona bi dilxwazî tîne holê."
Her wiha hat destnîşankirin, di modela PJAK'ê de tu garantiyên destûrî, beşdariya desthilatdariyê û daxwazên dîrokî yên wekî otonomî, federasyon an serxwebûnê cih nagirin û ev mafên rewa hatine paşguhkirin.
Wêne: Rastinews