3 deqîqe xwendin

10 milyon îmze ji bo azadiya Ocalan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ANHA / STRASBOURG – Di çarçoveya Kampanyaya ji Ocalan re Azadî de 10 mîlyon û 300 hezar îmzeyên ku hatine komkirin, li ber Konseya Ewropayê (KE) ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Bi armanca eşkerekirina encama kampanyayê li ber Konseya Ewropayê (KE) daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Li gel gelek parlamenterên Ewropî û parêzvanên aştiyê, çalakvanên meşa dirêj û bi sedan Kurdistanî di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li KE, destpêkê li ser navê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî encamên kampanyayê hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di asta cîhanê de kampanyayek hatiye birêvebirin, bi giştî 10 mîlyon û 328 hezar û 623 îmze hatine komkirin.

Însiyatîfê kesên îmze kom kirine û kesên bi îmzeyên xwe beşdarî kampanyayê bûne spas kir û wiha ghat gotin, “Ji vê deqeyê û şûn ve ‘ti wateya girtîmayîna fizîkî’ ya Ocalan nema ye.”

Reîmar Heîder ê li ser navê Însiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî axivî got ku, navê bi dehan kesên Ewropayî, Afrîkayî, Tirkiyeyî û Kurdistanî yên tevlî daxuyaniyê bûne bi rêz kir, kesên ji tevayî herêmên cîhanê beşdarî kampanyayê bûne spas kir.

Reîmar di dewama axaftina xwe de got ku Ocalan ji bo aştî û azadiyê îro di asteke hê bihêztir de ye, di pêvajoyeke ku Ocalan muzakerayan bi rê ve dibe, li Îmraliyê ragirtina Ocalan ‘şermek e’.

KAYA: TEVAYÎ JIYANA XWE FEDAYÎ AZADIYA GELAN KIR

Dîsa li ser navê Însiyatîfê Gonul Kaya got, “Em ê îro ji 10 mîlyonî zêdetir îmzeyên ji bo azadiya Ocalan radestî KE bikin. Ev îmze ne tenê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan in, di heman demê de ji bo azadiya tevayî Anatolya, Mezopotamya, Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ye. Ocalan tevayî jiyana xwe fedayî azadiya van gelan kiriye û hê jî ji bo vê armancê dijî.”

JI DERVEYÎ 10 MÎLYON ÎMZEYAN ÊN HATIN DESTESERKIRIN JÎ HENE

Li ser navê Platforma ji Tirkiye û Kurdistanê re azadî Huseyin Koçûk axivî. Koçuk got ku di dema pêvajoya kampanyaya îmzeyan de gelek siyasetmedar û hilbijartî jî din av de bi hezaran kes hatin binçavkirin, ji derveyî îmzeyên gihiştine Strasbourg’ bi deh hezaran îmzeyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin desteserkirin jî hene.

ESSAU: JI BER ŞIBANDINÊN BI MANDELA RE ME PIŞTGIRÎ DA

Oldarê Afrîkaya Başûe Peder Matthew Essau, got ku di 21’ê Adara 2012’an de bi hedefa mîlyonek îmze ketin rê, lê gihiştin 10 mîlyon îmzeyan û ev jî ji ber kampanya gihişt asta navneteweyî pêk hat. Essau got ku ji ber şibandinên di navbera Ocalan û Mandela de pişgirî dane kampanyayê.

FOLKVORD: ‘YEKANE DAZWAZA MIN CAREKE DIN DÎTINA AZADIYA OCALAN E

Parlamenterê berê yê Norwecê Erlîng Folkvord jî got ku Çerkez, Ermenî, Asûrî û Laz daxwazên xwe bi saya Ocalan û PKK’ê tînin ziman. Folkvord diyar kir ku yekane daxwaza wî ev e ku azadiya Ocalan bibîne.

Hiqûqnas û Parlamenterê berê yê Partiya Çep a Elmanya Prof. Norman Paech jî, jî di daxuyaniya çapemeniyê de amade bû.