1 deqîqe xwendin

15´ê Tebaxê Pîroz Be!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Roja vejîna gelê kurd 15ê Tebaxê li gelê kurd û mirovahiya pêşverû pîroz be!

Li ser vê mîladê gelek tişt hatin gotin û dê gelek tişt hîn bêne gotin û nivîsîn. 15ê Tebaxê û lehengê wê fermandarê nemir Egîd, hîn di pengavên pêşîn de, di nava gelê kurd de bûne efsane û mîtek. Îroj êdî hemû cîhan bi vê efsaneyê, lehengên wê û bandorên wê yên mezin, yên li ser bi taybet gelê kurd û Rojhilata Navîn û her wiha mirovahiya pêşverû, pir baş dizanin. Ji lewre ye ev tirs û ev lerz. Lê tirs rîş e, rîşa mirovxur e, xwediyê xwe dixwe.

Roja vejîna gelê kurd 15ê Tebaxê careke din li gelê kurd û mirovahiya pêşverû pîroz be!