185 hezar xwendekaran xwe ji bo fêrbûna zimanê Kurdî qeyd kirine

Li Rojavayê Kurdistanê ji 185 hezar xwendekarî pirtir, ji bo fêrbûna zimanê Kurdî li dibistanan hatin qeydkirin.

Jiyan Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gor agahiyên Ronahî TV di Îro, 3'yê Kewçêra 2026'an de hatine weşandiye, li parêzgehên Hisiça, Heleb û Şamê zêdeyî 185 hezar xwendekar xwe ji bo fêrbûna zimanê Kurdî tomar kiriye.

Li gor amarên destpêkê yên hatine ragihandin, li parêzgeha Hisiçayê hejmara xwendekarên qeydkirî gihîştiye 81 hezar kesî. Li Kobanê 53 hezar û 108 xwendekar, li Efrînê 47 hezar û 44 xwendekar, li Şam û Hemayê jî 3 hezar û 728 xwendekar hatine tomarkirin.

Bi giştî hejmara xwendekarên di qonaxa yekem de navên xwe ji bo dersên Kurdî nivîsandine, gihîştiye 185 hezar û 213 kesî. Hat ragihandin, ev amar destpêkî ne û tê payîn di rojên pêş de hejmara qeydkiriyan zêdetir bibe.

Wêne: Ronahî Net / Sembolîk