1 deqîqe xwendin

1 milyon kes dê bimeşe nav Amedê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED - Hevserokê KCK'ê yê Ahmet Turk, di pîrozbahiya Newrozê ya bi nêzî milyonek kes tevlibûne de axivî û daxuyand ku wê piştî Newrozê ber bi "Konê Çareseriya Demokratîk" ve bimeşin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Newrozê ya Amedê ku ji aliyê KCD û BDP'ê ve tê organîzekirin û nêzî milyonek kes tevlibûne didome.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, di pîrozbahiyê de axivî û piştî pîrozkirina Newrozê, daxuyand ku dê piştî pîrozbahiyê ber bi "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li Parka Koşuyoluyê hatiye vedan ve bimeşin.