2 deqîqe xwendin

'202 law, 202 heval, 202 rêheval, 202 can bila serbest bên berdan'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Şaxa ÎHD'a Meletiyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê: '202 law, 202 heval, 202 rêheval, 202 can bila serbest bên berdan'

MELETÎ (DÎHA) - Şaxa ÎHD'a Meletiyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê.

Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Meletiyê ji bo balê bikişîne ser rewşa 202 girtiyên nexweş ku rewşa wan girane li ber navenda PTT'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyanîye de pankarta "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hat vekirin, endam û nûnerên ÎHD'ê di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de Serokê ÎHD'a Meletiyê Server Akbudak axivî û diyar kir ku ew di welatekê ku kesên nikarin bibînin, kesên ku nikarin dest û lingên xwe bikarbînin û li ber mirinê ne di girtîgehan de têne girtin û bi dengê wan li berxwedinin de jiyan dikin.

Akbudak da zanîn ku ewê ji bo 202 girtiyên nexweş wekî 202 findan ne helin dê dendê xwe bilind bikin, heya dengê xwe bigihînin hemû derê ewê biqîrin û wiha got: "Emê 202 girtiyên nexweş bi tenê nehêlin. Heta ku ew li hundir li berxwe bidin, ji bo em wan ne bi tabûtan bi hêviyan ji girtîgehan derxin emê bêdengê nebin û dengê xwe bilind bikin. Bê ku findek bitemire, kesek din jiyana xwe ji dest nede divê 202 girtiyên nexweş, 202 law, 202 heval, 202 rêheval, 202 can serbest bên berdan."

(aw/mae)