1 deqîqe xwendin

20 çete li Şengalê hatin kuştin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gundên Barê, Sikêniyê û Geliyê Şîlo yê girêdayê herêma Şengalê di navbera gerîlayên HPG’ê, yekineyên Parastina Şengalê û DAIŞ’ê de şer û pevçûn rû dan. Di şer û pevçûnan de ji 20’an zêdetir çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji Rojnewsê, gerîlayên HPG’ê ev du roj in li Çiyayê Şengalê û derdora wê bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine nav şer û pevçûnên dijwar. Di pevçûnan de du wesayîtên aîdî çeteyan hatin rûxandin û ji 20’an zêdetir çete hatin kuştin.

Hat ragihandin ku termên 5 çeteyan di destê gerîlayan de ne.