EFRÎN - Desteya Şerîî ya Cebhit El-Nusra li bajarokê El-Dana ya Idlibê îro zêdetirî 300 welatiyên Kurd ên ji Kantona Efrînê ragirtin.
Çavkaniyên taybet ji ANHA´yê re ragihadnin ku yek ji bendên kantirolê ya El-Teyara ya li ber gundê Tiqad a 20 kîlo metre dikeve rojavayê parêzgeha Helebê 5 otobosên ku îro di saetên sibhê de ji Kantona Efrînê berve Heleb û Şamê ve diçûn, rivandin.
Çavkaniyan ragihandin ku otobosên ku hatin rivandin tevî rêwiyên tê de ji Desteya Şerîî ya bajarokê El- Dana ya ku di bin serweriya Cebhit El- Nusra de ye re hatin şandin.
Çavkaniyan diyar kirin ku rêwiyên jin serbest hatin berdan û zêdetirî 300 sivîlî jî li cem Desteya Şerîî ragirtîne. .
(xê)
ANHA