1 deqîqe xwendin

300 welatî vegeriyan Kobanê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ – Deriyê sînorê navbera Bakur û Rojava yê Kobanê piştî ku saetekê hate vekirin, 300 welatiyên di dema şer de koçberî Bakur bûbûn vegeriyan Kobanê.

Kurdistaniyên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji neçarî koçber bûbûn, berdewam vedigerin bajarê xwe. Her hefte ku deriyê Kobanê demek kurt tê veikirin, bi sedan kobanî vedigerin bajarê xwe. Mixabin dewleta Turkî deriyê Murşidpinarê ji bo vegerê jî timî vekirî nahêle.