Li Hatayê pevçûn: 3 leşker miri, 4 birîndar
ANFHAT NÛKIRIN / 08:44 / 17 Gulan 2012
Hatay - Di encama pevçûna li nêzî bajaroka Kûzûcûlar a navçeya Dortyola Hatayê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jê birîndar bûn. Hat ragihandin ku ku pevçûnên li herêmê didomin.
Li nêzî bajaroka Kûzûcûlar a navçeya Dortyola Hatayê (Antaqya) di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûnek qewimî. Li gorî agahiyên pêşî, di pevçûna serê sibê dest pê kir de 3 leşker hatin kuştin û 4 jê bi giranî, bi giştî 7 leşker birîndar bûn.
Leşker vediguhêzin herêmî û pevçûn didomin.
ANF NEWS AGENCY