Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Serê sibê saet di 03.30'an de yekîneyên Midûriyeta Polîsan a navçeya Ebexa Wanê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û piştî lêgerîna fireh welatiyên bi navê Bariş Acar, Turan Taşer, Vahdetin Mutlu û Veysi Demir binçav kirin. Polîsan piştî 4 kes binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Hate zanîn ku 4 kes di bin navê doza KCK'ê de hatin binçavkirin.
DÎHA
(mae)