KOBANÊ - ANF
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girê Miştenûr ê Kobanê hat pîrozkirin. Li derdora êgir govend hat gerandin, gel rêveberiya kantonê û fermandarên YPG/YPJ’ê jî di pîrozbahiyê de amade bûn.
Dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Şervanên YPG/YPJ’ê yên di çeperan de jî gule berdan hewayê. Li her çar aliyê bajêr agir hat pêxistin û govend hat gerandin. Li biryargeha YPG’ê jî pîrozbahî hat kirin. Fîşekên hewayî yên ji Girê Miştenûr hatin avêtin bajêr ronî kir û pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.
Wêne: Ferhat ARSLAN