Hunermendên Navenda Çandê ya Êzidxanê, di salvegera 7'an a fermanê de yek ji kedkarên Şengalê Mam Beşîr bi stran û klîbekê bi bîr anî
Di salvegera fermanê de hunermendên Navenda Çandê ya Êzidxanê (NÇÊ) ji bo bîranîna Mam Beşîr stranek û klîbek amade kirin.
Di salvegera 7'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê de, şehîdên fermanê bi çalakiyên cuda têne bîranîn.
Yek ji cangoriyên Şengalê Hesen Dûtar bi navê xwe yê naskirî Mam Beşîr e ku 14'ê Kanûna 2020'î li Şengalê şehîd bû.
Strana ku gotin û awazên wê ji aliyê Hozan Xemdar ve hatiye amadekirin, ji aliyê stranbêjên NÇÊ Hozan Xemdar, Berfîn, Hîkmet Bira û Silêman Rengîn ve hate xwendin.
Hunermendên NÇÊ bi rêya stranên xwe hewl didin xwedî li cangoriyên xwe derkevin û nedin jibîrkirin.
https://www.amidakurd.net/video/23-navenda-cand%C3%AA-ya-%C3%8Azidxan%C3%AA-mam-bes%C3%AEr