1 deqîqe xwendin

Fîlma li ser Kobaniyê li Lîvornoyê kete vîzyonê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Fîlma ku berxwedana Kobanê û hovîtiya DAÎŞ’ê vedibêje li Lîvornoyê kete vîzyonê

Enrico del Gamba ve Giacomo Sini ya di bin sêwana Heyva Sor a Kurdistan-Îtalya xebatê dike, demek dirêj belgefîlmê ku amade dikir, îro li bajarê Lîvornoyê li Sînemaya Goldonetayê kete vîzyonê.Fîlmê ku berxwedana Kobanê û hovîtiya DAÎŞ’ê vedibêje, welatiyên Îtalyanî eleqeyek mezin nîşan dan. Bi sedan kesî li fîlîm temaşe kir.

SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: WÊ LI DIBISTANAN JÎ BÊ NÎŞANDAN

Serokê Şaredariya Lîvorno Lûca Salvettî yê li fîlîm temaşe kir, diyar kir ku nîşandan fîlîm a li Lîvornoyê ji bo wan kêfxweşî ye. Salvettî diyar kir ku wê fîlîm li dibistanan jî bidin nîşandan.

ANF