3 deqîqe xwendin

KNK’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ewe ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniye niviskî Çarşema Sor pîroz kir.

KNK’ê di daxuyaniyê de got: "Sibe Çarşeme, ÇARŞEMA SORE, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.

"Hêviya me ewe ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."

Rojnews

KNK’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

2017-04-18 08:36:41
KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ewe ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

NAVENDA NÛÇEYAN