1 deqîqe xwendin

Kesên bixwazin serdana Laleşê bikin divê navê xwe tomar bikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Bi daxuyaniyekê  Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ragehand ku ew kesên dixwazin ji bo pîrozkirina Cejna Cimehiya Laleşa Nûranî ya li Heremê Kurdistanê serdan bikin divê li şaxên Mala Êzidiyan a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê navên xwe tomar bikin.

Tomarkirina navan li hemû Şaxên Mala Êzîdiyan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê destpê kiriye û wê heta 25'ê Îlonê dewam bike.

Ji bo tomarkirinê pêwîstî bi nasname û 2 wêneyan heye.