1 deqîqe xwendin

Kurd jî tevlî Festîvala Dengê Gel bûn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Festîvala Dengê Gel qeyûm hate şermezarkirin

Festîval bi pêşengiya Volksstimmenfest (Dengê Gel) a bi ser Partiya Komunîst a Awistûrya ve ye, ji 1946'an ve tê kirin. 

Kurdên ku tevlî festîvalê bûn polîtîkayên faşîst ên desthilata AKP-MHP'ê û darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê anîn rojevê.

Li festîvalê ku bi deh hezaran kes hazir bûn HDP'ê û gelek saziyên din ên Kurdistanî û Tirkiyeyî hazir bûn.

Bi vexwendina sendîkaya karkeran KOMÎNTERN'ê û organîzayona Platforma Demokrasiyê Wekîlê berê  yên HDP'ê Lezgîn Botan û wekîla berê ya Partiya Keskan a Ewistûryayê Bêrîvan Aslan jî bi mêvandarî hatibûn ezimandin.

Di panêlê de darbeya 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê weke rojeveke sereke hate nirxandin.

Di roja duyan a festîvalê de, 1'ê Îlonê Platforma Jinan a Demokratîk ji bo Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û ji bo hemû girtiyên siyasî wê meşek were kirin.