2 deqîqe xwendin

Li Amedê bernameya wêjeyî

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, li Amedê bernameyeke wêjeyî hat lidarxistin

Amîda Kurd / AMED 

Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, li Amedê bernameyeke wêjeyî hat lidarxistin.

 

Bername bi tevlîbûna gelek sazî, komele, nivîskar û wêjevanên kurd li Dîclekenta Amedê li cafeyekî hat çêkirin.

 

Di bernamê da xala derkete pêş, yekîtî û hevgirineke xurt a dildarên zimanê kurdî bû.

 

Di civînê da hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Siltan Yaray û Mihemed Devîren mafê axaftinê girtin û balê kişandin ser yekîtiya nivîskaran. Hevserokan gotin; bi yekîtiya nivîskarên kurd ew ê hêza xwe xurttir bikin û ew ê bi zimanê kurdî dengê xwe bêtir gur derxînin. Hege ev yekîtî di navbera nivîskar û dildarên zimanê kurdî da çênebe, ew ê di pêşerojê da bibe sebebê gelek nexweşiyên bê derman.

 

Piştî axaftina hevserokan, gelek nivîskar û beşdarên bernameyê jî mafê axaftinê girtin û balê kişandin ser tifaqa navbera sazî û komeleyan.

 

Sazî û komeleyên weke; Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, PENA Kurd, Med Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê, ARÎ-DER a Batmanê, Komeleya 78'an, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û çend nûnerên weşanxaneyan tevlî civînê bûn.

 

Bername bi kêşandina dîmenekê nîşaneya yekîtiyê bi dawî bû.