1 deqîqe xwendin

Li Til Temirê hefteya çandî dest pê kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Til Temirê çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ya ku ji hêla Tevgera Hîlala Zêrîn ve tê organîzekirin, dest pê kir

Hefteya Çandî û Hunerî ya ku ji hêla Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye" hatiye birêxistinkirin, piştî Dêrik û Qamişlo li navçeya Til Temirê dest pê kir.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/14/102608_dsc_0032-28kbyr29.jpg

Di roja yekem a Hefteya Çandî û Hunerî de, bi dehan kes li Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û beşdarî sînevîzyoneke der barê berxwedana zindanan de bûn. Piştre bernameya Hefteya Çand û Hunerê hate eşkerekirin ku tê de stranên şoreşgerî û gelêrî dê werin pêşkêşkirin û karên destan ên çanda kevnar a herêmê vedibêje, dê werin pêşkêşkirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/14/102539_dsc_0027-28kbyr29.jpg

Yek ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a li navçeya Til Temirê, Lînda Oskan destnîşan kir ku bi çand û hunera neteweya demokratîk, dê dagirkeriyê têk bibin û bigihêjin serkeftinê.

Tê payîn ku çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî yên ku ji hêla Tevgera Hîlala Zêrîn ve tên birêxistinkirin dê li Til Temirê 5 rojan berdewam bike.

(dx)

ANHA