Serûpel Hemû Nûçe NASA´yê dîmenên ji ronahiya enfarûj yên Sitûnên Afirandinê parvekir Parve bike: 2 deqîqe xwendin NASA´yê dîmenên ji ronahiya enfarûj yên Sitûnên Afirandinê parvekir AK Amîda Kurd Dema Weşanê: 12.04.2020 Dema Serastkirinê: 30.03.2026 Parve bike: NASA´yê rewşa ji ronahiya enfarûj (infrared) a dîmenên bi navê “Sitûnên Afirandinê” yên ji Ewreyiya Eylo hatine peydekirin, parvekir Zanyarên li NASAyê dixebitin bi Teleskopa Asîmanî Hubbleyê guherînên balkêş ên bi ronahiya enfarûj ên Sitûnên Afirandinê (Pillars of Creation) parvekirin. Dîmenên ku ji Ewreyiya Eylo hatine peydekirin di sala 1995an de hatine kişandin û di ronahiya enfarûj de kitekitên bêhempa derketine holê. Ronahiya enferûj, ewrên toz û gazê yên di fotoyên orjînal de ji holê radike û dîmeneke zelaltir derdixe holê. Dîmenên nû yên fotoyên asîmanî derketine holê, hemû kitekitên çavên mirovan dikarin bibînin pêş mirovan dike. Sitûnên bi navê Stûnên Afirîner bi qasî 4–5 salên ronahiyê dirêj in û di nav Ewreyiya Eylo de di nav berfirehiyeke bi qasî 55–70 salên ronahiyê de cî digirin. Ev sitûn di kûrahiya asîman de wekî reşayiyekê xuya dibin. Edîtorê NASA´yê Yvette Smith ji bo van fotoyan wiha dibêje: “Li vê derê sitûn di ronahiya enferûj de ji xumamiya toz û gazê pak û zelaltir, bi dîmenên xwe yên balkêş xuya dibin. Lê di vê dîmena asoyî de hemû çarçove bi stêrkên biriqonek dagirtî ne û di nav sitûnan de xuya dibe ku sitêrkên pitik diafirin. DÎMEN: NASA Parve bike: