1 deqîqe xwendin

Ronî Reşo Xelata Yekemîn a Kurteçîrokan Girt

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt a 7. Aşkere bûn

Encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt a 7. ku ji aliyê Egîtîm Sen Şaxê Êlihê ve tê lidarxistin, îroj hatin aşkerekirin. Li gor van encaman Ronî Reşo ku yek ji nivîskarê malpara me Amîda Kurdê ye jî, hêjayî xelata yekemîn a çîrokan hate dîtin.

 

Egitim Sen Şaxê Êlihê jî ev 7 sal in bi armanca balkişandina ser pêlêkirinên mafên mirovan û pêşxistina berhemên wêjeyî, ji bo bîranîna Şerzan Kurt Xelata Çîrokan li dar dixe.

 

Şerzan Kurt (1989-2010) dema li Zanîngeha Muglayê xwendekar bû, di 12ê gulana sala 2010an de bûyerên xwendekaran rû dan. Di wan bûyeran de Şerzan Kurt bi guleyên polîsên tirk û bi armanc hate kuştin.

 

Amîda Kurd