Serûpel Hemû Nûçe Sendîkayên Îngiliz daxwaza azadiya Ocalan kirin Parve bike: 1 deqîqe xwendin Sendîkayên Îngiliz daxwaza azadiya Ocalan kirin AK Amîda Kurd Dema Weşanê: 09.09.2019 Dema Serastkirinê: 29.03.2026 Parve bike: Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist ANF/LONDON Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan di dema kongreyê de posterên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" bi hev re hildan û nîşan dan ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin. Saziyê heman peyam li twîtterê jî parve kir. TUC ku li Îngilistanê 50 sendîka û 5.6 milyon karker û kedkarên endamên wan temsîl dike ji sala 1868'an ve karê sendîkayê dike. Parve bike: