Abdullah Ocalan: Eger komar nebe demokratîk, entegrasyon pêk nayê

Serokavakarê PKK'ê Abdullah Ocalan ji konferansa li Londonê re peyam şand û got fesixkirin ne têkçûn lê qonaxeke nû ye.

Polîtîka Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

LONDON – Serokavakarê PKK'yê Abdullah Ocalan ji bo "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" (Peace and Democratic Integration Conference) a li paytexta Brîtanyayê li Londonê peyameke nivîskî ya berfireh şand. Ev peyam di çavkaniya Ajansa Mezopotamyayê û çavkaniya Rûdaw de bi berfirehî hate ragihandin.

Konferans di 29'ê Rezbera 2026'an de ji aliyê saziya serbixwe Navenda Karûbarên Kurdî (Centre for Kurdish Affairs - CKA) ve hate lidarxistin. Di konferansê de tevî akademîsyen, hiqûqnas û nûnerên civaka sivîl, pisporên navneteweyî yên çareserkirina şer û pêvajoyên aştiyê yên Îrlandaya Bakur, Kolombiya û Herêma Baskê jî amade bûn.

Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser mijara fesixkirin û veguherîna rêxistinî û got ev gav ne têkçûn e, lê derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye ku tê de siyaseta demokratîk, hiqûq û avakirina civakê dikevin dewrê.


Metna Tevahî ya Peyama Abdullah Ocalan:

"Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku min di 27'ê Reşemiya 2025'an de kir, deriyê serdemeke nû vekir. Tevgera PKK'yê, siyaseta demokratîk, partiyên xwedî temsîliyeta TBMM'yê û bi wateyeke berfireh civaka Tirkiyeyê hembêza xwe ji vê bangê re vekir. Niha dema wê ye ku em di vî deriyê vebûyî re bi pêş ve herin. Mijarên ku hûn di vê konferansê de digirin dest, tam karên vê qonaxê ne. Gotûbêjkirina we ya li ser veguherîna vebûneke siyasî ji bo aştiyeke mayînde bi sûdewergirtina ji ezmûnên navneteweyî û nêrînên Kurdî, bersiva pratîk a vê bangê ye.

BÊDENGBÛNA ÇEKAN DESTPÊKEK E

Aştî, bi tenê bi peymanekê an jî bi yek zagonê bi encam nabe. Bêdengbûna çekan destpêkek e. Tiştê mayînde, avakirina civaka demokratîk e. Derbasbûna ji pevçûna çekdarî ber bi aştiyeke domdar, veguherîneke siyasî, hiqûqî, sazûmanî û civakî ya dûrûdirêj dixwaze. Di vê veguherînê de armanca sereke avakirina civaka demokratîk e. Li gor min şoreş ne danûstandina desthilatdariyê ye, belkî veguherîna bi rêya avakirinê ye. 'Azadiya' ku bi tundûtûjiyê tê bidestxistin, di demeke kurt de vediguhere dijberiya wan nirxên ku têkoşîn ji bo wan hatiye kirin. Bêyî aştiyeke bi rûmet, demokrasî û azadî mayînde nabin; di bin siya çekan de ne demokrasî pêş dikeve û ne jî aştiya civakî reh berdide.

HIQÛQA BIRATIYÊ

Têkiliya hezar salî ya Kurd-Tirk, Kurd-Faris û Kurd-Ereb, ne dijberiyeke jihevderxistî ye, tevî pêl û kêşanên xwe jî xwedî dîyalektîkeke wisa ye ku xwe dispêre hevdû. Îro pêkan e ku ev têkilî bê asîmîlasyon û bê cudabûn, bi entegrasyoneke demokratîk were nûjenkirin. Çareseriyên cudaxwaz li gorî rastiya vê erdnîgariyê nînin ku gel, çand û baweriyên wê di nav hev de dijîn. Hiqûqa biratiyê xwe dispêre zemînekî dîrokî û civaknasî.

BI XÊZKIRINA SÎNORAN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE

Têkiliya Kurdan bi Tirk, Faris, Ereb û gelên din ên van xakan re bi xêzkirina sînoran çareser nabe. Bi mîlyonan Kurd di metropolên dewletên herêmê de dijîn. Bo mînak; cudakirineke wekî 'Kurd ber bi bakur, Tirk ber bi başûr' ne li gorî parvekirina dîrokî ye û ne jî li gorî nêzîkbûna civakî ye.

Entegrasyon berovajiya asîmîlasyonê ye: Asîmîlasyon dihelîne û dijminatiyê mezin dike; lê entegrasyon dike yek, aştî û biratiyê ava dike. Ev hevgirtin, bi parastina hebûna civaka demokratîk û di çarçoveya mafên kolektîf de tevlîbûna xwebexş a li komara demokratîk e.

PKK'ya ku ez damezrînerê wê me, li gorî şert û mercên serdemê wekî têkoşîneke hebûnê rabû ser pêyan; hebûna Kurdan îsbat kir û zincîra înkarê şikand. Di cîhana 2025'an de gelê Kurd êdî rastiyeke dîrokî ya nayê înkarkirin e. Ji ber vê yekê mîsyona dîrokî ya tevgera me bi dawî bûye. Mîna her pêkhateyeke şoreşgerî, dema mîsyona wê xelas bû divê veguhere şêweyekî nû. Fesixkirin ne bidawîbûn an teslîmiyet e, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye. Pêdagiriya li ser şêweyê berê, di serî de Kurd, dê bibe sedema windakirina her kesî.

Êdî divê çek neyên pîrozkirin, divê civak were avakirin. Şûna stratejiya şerê rizgariya neteweyî, siyaseta demokratîk girtiye. Çeka me ya xurttir gotin e, hiqûq e û civaka rêxistinkirî ye.

Siyaseteke bi temamî demokratîk, di zemînekî asayî de pêkan e ku tê de ne tenê çek bêdeng bûne, lê tundûtûjî û gefa şer jî bi awayekî dualî ji holê rabûne.

Tirkiyeyeke ku Kurd bi hişmendiya demokrasiyê tevlî wê bibin, dibe komareke demokratîk a rastîn. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn armanc ne veqetîn e, bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e.

Rêya derketina ji qeyranê li Rojhilata Navîn, ne di lêgerînên dewletên neteweyî yên nû de ye ku sînoran perçe dikin; belkî di zindîkirina xalên hevpar ên gelan de ye; ango di danûstandineke entegrasyonîst û avakirina torên demokratîk ên herêmî de ye.

Hevalên hêja;

Veguherîna vebûneke siyasî bo aştiyeke mayînde, bi biryara yekalî pêk nayê. Entegrasyon; gavên dualî, lihevkirin û naskirina êşa hevdu ferz dike. Pêvajoyeke ku bi peymanên hiqûqî neyê misogerkirin, nikare ji bêpevçûnîyeke demkurt wêdetir biçe. Lê aştiya mayînde belavbûna siyaseta demokratîk li jiyana rojane, li tax, bajar û saziyan dixwaze; her wiha nûjenkirina hest û hişê me li gorî şertên nû dixwaze.

Bê hiqûq hebûn nikare statuyê qezenc bike; têkoşîna demokratîk bêbingeh dimîne. Misogeriya pêwîst; naskirina civaka demokratîk, pêşketina azad a ziman û çandê, hiqûqa rêveberiyên herêmî yên berfirehkirî û hevtemamkirina welatîtiya destûrî û hemwelatiya azad e. Heta ku hiqûqa navendî û yekalî ya dewleta neteweyî bi reformên destûrî û zagonî ji nû ve neyê sazkirin, bawerî ava nabe. Eger komar nebe demokratîk, entegrasyona demokratîk jî pêk nayê.

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Divê vegera kesên ku têkoşîna çekdarî meşandine bo jiyana siyasî û sivîl û derfeta berpirsiyariyê ya di nav siyaseta demokratîk de hebe. Dema ku ev pêvajo bi dawî bibe; ev hevalên me dê bibin kiryarên gengeşiya demokratîk, hiqûq û jiyana sivîl. Bi entegrasyona demokratîk re bibin parçeyek ji civakê û bibin kiryarên pratîkî yên serdema bêçek û bêtundûtûjî.

Rêbazên tevlîbûnê yên ku dê derbasbûna ji siyaseta pevçûnê ber bi siyaseta demokratîk pêk bînin, ne tenê bi siyaseta temsîlî û hilbijartinê re sînordar in. Torên demokrasiya herêmî, meclîsên tax û bajaran, kooperatîf, partiyên siyasî, civaka sivîl û rêveberiyên herêmî tamargihên vê derbasbûnê ne. Siyaseta demokratîk, her cûre rêxistinbûn û çalakiya ku ji bo polîtîzekirina civakê tê kirin e.

Rêziknameyên destûrî û sazûmanî divê cihêrengiya siyasî, herêmî, zimanî û çandî ne bi projeya neteweya yekreng, lê bi têgihîştina neteweya demokratîk pêşwazî bikin. Neteweya demokratîk modelek polîtîk e ku tê de nasnameyên cuda hiqûqa wekhevî, azadî û biratiyê parve dikin. Cudahiyên ziman, bawerî, çand û herêmî dewlemendî ne. Ferzkirina yekrengiyê li vê erdnîgariyê qeyran afirandiye; lê naskirina cihêrengiyê bingeha destûrî ya çareseriyê ye.

NASKIRINA HEBÛNÊ

Ji ber ku hebûn di ziman û çandê de şênber dibe, naskirina hebûnê rakirina astengiyên li ber perwerde û pêşveçûna çandî dixwaze.

Di çareseriya domdar de rêveberiyên herêmî û deverî ne parvekerên barê navendê ne, lê rêveberiyên demokratîk ên herêmî ne ku hebûna civakî birêk dixin. Rêxistinbûna civaka demokratîk, di bin heman banê siyasî de ligel dewleta neteweyî, bi beşdariya rasterast a civakê dixebite. Giraniya çareseriyê ne di desthilata li navendê qermiçî de ye, lê di hiqûqa demokratîk û rêxistinbûna li herêmê kûrbûyî de ye. Avakirina meclîsan di warên perwerde, tenduristî, çand, aborî û siyasetê de, şaneya bineretî ya civaka demokratîk dixebitîne.

Jin, kêmnetewe, civaka sivîl û medya ne mijarên 'paşê werin çareserkirin' ên aştiyê ne, lê kiryarên îro yên pêvajoyê ne. Pirsgirêka jinê pirsgirêka bingehîn a li pêşiya civaka demokratîk e. Azadiya jinê û hestyariya ekolojîk stûna sereke ya avakirina civaka demokratîk e. Divê nasname, bawerî û komên civakî yên cuda bibin kiryarên xebatên komunal. Bêyî tevlîbûna wan a watedar, ne reforma hiqûqî reh berdide û ne jî lihevkirina civakî pêk tê.

Hevalên hêja;

Banga min ji gelên Tirkiyeyê û ji vê konferansê re ev e: Armanc ne veqetîn e, bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka paşeroja hevpar a Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. Ya ku ji we tê hêvîkirin ev e ku hûn vê derbasbûn û berhevkirina teorîk daxînin qadê, ezmûna navneteweyî bi zemîna biratiya dîrokî ya vê erdnîgariyê ve girê bidin û şênber bikin.

Li Rojhilata Navîneke ku pirsgirêka Kurd tê de bêçareserî were hiştin, pêkanîna paşerojeke aramtir, bi ewletir û xweştir ji bo ti kesî pêkan nîne.

TEKEZKIRINA LI SER GAVÊN DUALÎ

Rê; bi gavên dualî, bi garantiya hiqûqî û bi rêxistinbûna demokratîk a ku li hemû hucreyên civakê belav dibe, pêkan e. Li ber deriyê serdema nû tişta bingehîn ne hilweşandina dewletê ye, lê avakirina civakeke azad e.

Ev pêvajo ne li dijî beşekî ye û ne jî tenê ji bo komeke diyarkirî ye. Ev bangek ji bo her kesê alîgirê çareserî, aştî û nirxên demokratîk e ku destê xwe dirêj bike û bi hev re tevbigerin.

Bi silav û rêz,
Abdullah Ocalan
Îmralî

Wêne: Ajansa Mezopotamyayê