ŞIRNEX (DÎHA) - Şevê din ji ber topbarana leşkeran agir bi daristanên çiyayê Cûdî ket û ligel ku welatî bi derfetên xwe mudaxaleyî agir kirin jî nikarin vemirînin. Welatiyê bi navê Petrus Karatay got ku ligel rayedarên dewletê agahdar kirine jî tu kes nehatin û bang li gleê Sşlopî kir ku tevlî xebatên vemirandina agir bibin.
Şevê din ji ber topbarana leşkeran agir bi daristanên çiyayê Cûdî ket hê jî didome. Piştî ku şevê din derdora saet 23:30 û 24:00'an leşkerên Tabûra Giteyê çiyayê Cûdî bi top û hawanan topbaran kiri. Ji ber topbarana leşkeran agir bi daristana li herêmên Xewrêne, Çaryan û Guhorê Mezin ên nêzî gundê Herbol û Silibê yên bajaroka Bêspin a navçeya Silopî ya Şirnexê ne ket û heya niha bi dehan hektar daristan şewitiye. Hat ragihandin ku heta niha bi sedan darên berû, kezwan, zeytûnê şewitîn. Her çiqas welatiyên asûrî yên li gundê Herbol dijîn rayedar agahar kirin jî ji bo mudaxaleyê heya niha tu tişt nehatiye kirin.
'Leşkeran daristan şewitand'
Welatiyê bi navê Petrus Karatay ku ji gundê Herbolê ye anî ziman ku ji ber topbarana leşkeran ev daristan dişewite û wiha axivî: "Bi şev derdora saet 23:30 û 24:00'an ji Tabûra Bajaroka Giteyê 2 fîşekên ronîkrinê avêtin û piştî vê yekê ji 2 deran agir bi daristanan ket. Ger hin kes hatibûna dîtin çima agir li 2 deran dest pê kir."
Karatay anî ziman ku ev bi salan e ew kedê didin van daristanan û wiha domand: "Ev 6 sal e ez vegeriya me gundê xwe, li van daristanan xwedî derdikevim û weke çavên xwe lê dinêrim. Piştî agir pê ket me hemû rayedaran agahdar kirin lê tenê agirkujên şaredariya Bêspin û Silopî hatin. Ev herêm gelekî asê ye ji ber vê yekê ew jî nikarin tiştekî bikin."
Agirê ku bi daristanên çiyayê Cûdi ketî niha li hember qanên komurê yên CÎNER'ê didome. Welatiyên ku niha hewl didin agir vemirînin bang li gelê Silopî kir ku bên alîkariyê bidin wan.
(no/wk)