ENQERE (DÎHA) – AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de 20 hezar polîsan dişîne Kurdistanê. Hate hînbûn ku polîsên dê bên şandin 3 mehan li bajarên Kurdistanê bimîne û pediwviyên wan jî ji aliyê walitiyan ve bê bicihanîn. Ji wan polîsên bicihkirina hezar 500 li Amedê, 600 polîs jî dê li Colemêrgê bû sedema gumanan.
Bi îmzeya Alîkarê Midûrê Giştî yê Emniyetê Zekî Çatalkaya ve ji 18 midûriyetên emniyetê yên bajarên Kurdistanê re belgeyeke fermî hate şandin. Di belgeyê de tê gotin ku ji bo ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de peywirdar bin ji bo 3 mehan 20 hezar polîs ji 18 bajaran re tên şandin. Di belgeyê de tê gotin ku jibilî mehaneya polîsan pediviyên wekî xwarin, paqijî, cih ji aliyê walîtiyan ve dê bê bicihanîn û ev polîsên ku biçin dê li bajar û navçeyan 3 mehan bimînin.
AKP ji kurdan re polîsan dişîne
Di belgeyê de gotina “li gorî salên borî wekî cuda” balê dikêşe û armanca di vê pêkanînê de wekî “tedbîrên ewlehiyê bi aweyeke baş bê meşandin” tê nîşandan. Dîsa di belgeyê de tê gotin ku hezar û 500 polîs ji Amedê re, 500 polîs ji bo Cizîrê, 600 polîs ji bo Colemergê dê bên şandin û polîsên din jî ji bajarên wekî Agirî, Erzirom, Îdir, Çewlik, Bedlîs, Mûş, Dêrsim, Wan, Semsûr, Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex re bên şandin. Herwiha jibilî bajarên Kurdistanê dê ji Edene û Mêrsînê re polîs bên şandin.
Di belgeya hate şandin de wiha tê gotin: “Hêzên ku dê bên şandin heta herî dawî di 15’ê Adara 2015’an de li cihê peywirê bin û piştî hilbijartinê bi tevahî 3 mehan dê bimînin. Ji bo ku li cihên ku e vhêz biçin kêmasiyek dernekeve holê bi nivîsa me re divê daxwaza hêzên teqwiye careke din bê nirxandin û daxwazên nû yên ji bo taqwiyeyê jî ji Serokatiya Daîreya Ewlehiyê re bê şandin.”
(sa)