2 deqîqe xwendin

AKP’î erdên welatiyên Êzdî cot dikin!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

11:58 15.11.2013 1 / 2 ÊLIH (DÎHA) – Li gel ku heyeta dadgehê xwestibû, erdên malbatên Êzdî li wan bê zivirandin jî pismamên serokê şaredarê AKP’ê yê Qubînê, erdên êzdiyan cot dikin û dixwazin çandiniyê bikin.

Gelek malbatên êzîdî ku di sala 1992'an de bi temamî ji gundê Kelhok a girêdayê navçeya Qubînê koçberê Almanyayê hatin kirin, gundê xwe yên "emanetê" eşîrekî nêzî AKP kiribûn ji ber careke din gundê wan nadin wan li 2’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Êlihê doz vekiribûn. Piştî 5 daneşîna heyeta dadgehê, biryar dabû ku erdên tapûkirî yên êzîdiyan bidin hemwelatiyên êzîdî. Lê li gel heyeta dadgehê ku xwestibû erdên êzîdiyan li wan bê zivirindin jî, hate hînbûn ku pismamên serok şaredarê AKP’yî yê Qubînê Saît Karabulut erdan ji bo çandina genim, ceh û nîskan bi traktoran cot dikin.

Welatiyê gundê Kelhokê yê êzdî Nedîm Erkîş, li hember bê destûr cotkirina erdên xwe nerazîbûn nîşanda û diyar kir ku li gel ku di doza erdên xwe de bi serketine jî hêj erdên wan tên cotkirin. Erkîş, anî ziman ku li erdê xwe qezenç kirine jî ev cotkirin nayê qebulkirin û wiha got: “Niha erdên me tên cotkirin. Bê edaletî û hiqûqiye. Bê agahîyên me diçin erdên me ji xwe re cot dikin. Beriya çend rojan carek din di êrîşa li Qubînê de derket holê ku malbata Karabulut, dixwaze li herema Qubînê zîhniyeta xwe dagerker bidomîne. Li gel van hemû êrîş û zordariya wan hêj diçin li ser axa me xwe bicih kirine. Dixwazin li wê heremê herksî bitirsînin. Balkêşe ku li gel me daxwazname daye jî erdên me tên cotkirin. Dizanin û ditirsin ku em werin Qubînê em ê dengên xwe bidin BDP. Ji ber vê yekê ji gundê me dernakevin. Em viya qebul nakin û em ê bibin şopdarê gundê xwe.”

Li aliyê din bira û xizmên serok şaredarê Qubînê yê AKP’î Saît Karabulut, beriya çend rojan êrîşî ser marketa Bernamzetê Şaredariya BDP’ê ya Qubînê Cevat Çakar û birayê wî Remzî Çakar de pêk anîbûn û dîmenên hovane û rûxandina marketê derketibûn holê.

(bg/mae)