1 deqîqe xwendin

Aliyakiriya Kantona Cezîrê gihişt çiyayê Şengalê (Vîdeo)

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ŞENGAL/ROJNEWS

Rêveberiya Kantona Cezîrê ya rojavayê Kurdistanê ji bo penaberên Êzdî yên li çiyayê Şengalê alîkariya ku komkiribûn, gihandin Şengalê. Welatiyên li Şengalê ji ber vê alîkariyê spasiya Kantona Cezîrê û rêveberiya wê kirin.

Welatiyên Êzdî yên li Şengalê bi mehane di bin hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê û zivistanê de li ber xwe didin. Niha gel ji ber sir û sermaye di rewşekî xirab de dijîn û li benda alîkariyê ne. Êzdiyên li çiyayê Şengalê dijîn daxwaza wê yekê dikin ku rojek berî rojekê Şengal bê azadkirin û ji bo vegerin ser malên xwe.

https://www.youtube.com/watch?v=XGKI4XTvG7E