Ev 21 sal in em ji bo pêşeroj û paşerojê bi hev ve girê bidin, ji bo stêrka zimanê kurdî bilindtirîn bikin, ji bo kurdî bikin zimanê rojane, ji bo xwedî li dîrok û cîroka xwe derkevin û bi têgihiştin û zanebûna ”mirov nebe xwe wê bixwe serê xwe” di xizmeta gelê xwe de ne. Ev serbilindî û şanaziya me ye.
Amîda Kurd yek ji girîngtirîn weşanên kurdî ye ku xizmeta zimanê kurdî, ya çand, folklor, perwerde, kevneşopî, dîrok û siyasetê dike. Herwiha grîngî dide çand û kevneşopiyên hevpar ên mirovahiyê. Amîda Kurd li ser çi şîn bûbe, li wê xwedî derdikeve. Di heman demê de bala xwe dide ser siyaseta cîhanê û bi şêwaza herî objektîf, zanistî û rasteqîn nirxandinan dike. Amîda ne tenê ya kurd û Kurdistanê lê çand û kevneşopiyên hevpar ên mirovahiyê jî ronî dike.
Felsefeya me ya bingehîn hêsan lê kûr e: Tenê ew kesê ku dîroka xwe baş nas dike, dikare xwe ji derew û manîpulasyonan biparêze. Zanîn xwebûn û berxwedan e; yekîtî hêz e û rastî azadî ye.
Îro em bi serbilindî û nûbûnê, bîst û yek saliya xwe pîroz dikin. Nivîskarên nû bi ked û nêrînên xwe yên hêja Amîda Kurd dewlemendtir û rengîntir dikin. Em bixêrhatina nivîskarên xwe yên nû dikin û ji bo nivîskarên Amîda Kurd spasiyeka teybet dişînin, ji bo heya îroj ked û kûrahiya xwe têkilî keda me kirine û em bi wan dewlemendtir bûne, hebûna wan dilxweşî û şanaziya me ye.
Tevahiya pergal û dîzaynê bi temamî hate guhertin û niha bi guhertoya herî nûjen û bi bandor leztir, zelaltir û gihandîtir e. Yek ji guherîna herî grîng jî me di 21 saliya xwe de dest bi rêwîtiya pirzimanî kir û êdî em ne tenê bi kurmancî, lê bi soranî û kirmanckî, her weha bi îngilîzî, swêdî, almanî û fransî jî êdî weşanê dikin. Kêmasiyên me hene, lê em her roj bi saetan ji bo çareserkirina van kêmasiyan dixebitin. Bi vî awayî em di navbera Kurdistanê û cîhanê de pirekê ava dikin. Em bi hêviyeka mezin li pêşerojê dinêrin. Em ê diyaloga pirzimanî hîn firehtir bikin, analîzên xwe yên li ser guhertinên jeopolîtîk ên roja me, kûrtir bikin û dengên ku yekîtiya kurdî, berjewendiyên neteweyî û xweseriya çandî û civakî bilind dikin xurttir bikin.
Amîda Kurd ne tenê malperek e, ew arşîveka mezin, zindî û vîzyoneka pêşerojê ye. Em bi hev re çîroka kurdî dinivîsin. Em bi dîroka xwe ya herî kevnar û rahên herî xurt, li cîhanê xwedî hêza herî mezin in. Ziman û xwebûna me ya bi vê dîroka me ve girêdayî, hêz û baweriya me ya bêhempa ya bi Kurdistaneka yekgirtî, azad û ronahî ye.
AMÎDA KURD