SEYDO ÎBO- ALAN DAWID
QAMIŞLO– Endamê Rêveberê ê Yekîtiya Ciwanên Rojava yê bajarê Qamişlo Elî Siyamend diyar kir kampanya wan a ˮPiştgiriya Rojava bikinˮ bi armanca parastina xaka Rojava û xwedî derketinali nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye.
Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava yê Qamişlo Elî Siyamend derbarê hemleya wan a ˮPiştgiriya Rojava bikinˮku di 14’ê hizêranê dest pê kiriye ji ANHA’yê re axivî.
Siyamend destnîşan kir ku hemelya wan bi armanca parastina xaka Rojava û nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulh Ocalan hatiye bidestxistin ye û ev tişt anî ziman: ˮHemle li sê kantonan bi çalakiyên cûda pêk hat.ˮ
’70 ciwan tevlî YPG/YPJ’ê bûn’
Siyamend, da xuyankirin ku hemeleya wan hîn dewam dike û wiha pê de çû: ˮHemleya me hin armancên xwe pêk anîn. Li Cizîrê nêzî 70 ciwanan tevlî nava refên YPG/YPJ’ê bûn, her wiha gelek çalakiyên civakî û çandî di çarçoveya hemleyê de hatin lidarxistin. Armanca me ji wan çalakî û civînên siyasî, civakî û çandî jî ew zêdekirina asta zanebûna di nava beşê ciwanan de bû, her wiha pêşxistina jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên din ên Rojava de bû. Ji xwe ev xebat jî di çarçoveya parastina nirxên şoreşa Rojavaye.ˮ
Siyamedn, da zanîn ku wan li bajarên Kantona Cizîrê (Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Tirbespiyê û Serêkaniyê) civînên gel lidarxisitn û di civînan de semînerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û sînevizyonên li derbarê Komploya li dijî Ocalan hatin pêşkêşkirin. Li hin bajaran konê piştgiriyê hate vedan û di bin kon de çalakiyên zanistî yên ciwanan hate lidarxistin. Li Kobanê û Cizîrê hemleya me di nava ciwanan de deng veda û hejmareke zêde ciwan beşdarî çalakiyan bûn.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Siyamend destnîşan kir ku erka ciwanan a serke ku piştigiriya hêzên YPG/YPJ’ê bikin û di herêmên têne parastin de rola xwe ya parastinê pêk bînin û wiha dom kir: ˮBi vê yekê em barê şervanên YPG/YPJ’ê hêsan dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em hersê kantonên Rojava bighînin hev.ˮ
Siyamend, destnîşan kir ku wan di çalakiyên xwe de hewldana çand civakî biparêzin û gelek bernameyên çandî yên wekî şano û govend hatin pêşkêşkirin û got: ˮDi çarçoveya hemleya me de dê mihricana çandî û sporê bê lidarxistin. Mîhrican dê 13’ê tebaxê dest pê bike.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Elî Siyamend bang li hemû ciwanan kir ku piştgiriya hemleya wan bikin.
(dc/ra)
ANHA