1 deqîqe xwendin

Artêşa Azad ciwanên kurd desteser dike

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Helebê komên girêdayî Artêşa Azad ciwanên kurd digirin

Li Helebê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad, ciwanên kurd ên ji ber pevçûnan direvin, bi îdîaya leşkerên rejîmê ne digirin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li taxa Esekeni El Şebabî noqteyên kontrolê danîne û ciwanên kurd ên ji ber şer direvin digirin. Hate gotin ku komên çekdar ciwanan kurd bi îdîya “leşkerên Suriyê ne” digire.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku pêkanîna komên çekdar îro dest pê kiriye û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 20’an de ne têne girtin.

(bd)