RIZGAR ADANMIŞ
NAVENDA NÛÇEYAN – Erkê xweparastinê ya Kantona Cizîrê di 2014’an de hat erêkirin û di dawiya salê de ket meriyetê. Heya niha 11 dewre bi dawî bûne. Êdî ev hêza erka xweparastinê bûye hêvî û baweriya gel. Weke artêşek leşkeri ya bingehîn mezin dibe.
Qanûn 13’ê tirmehê hat erê kirin.
Qanûna erka xweparastinê di 13’ê tirmeha 2014’an ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Kantona Cizîrê ve hate erkêkirin. Di makezagonê de weke qanûna 14 hate cih kirin. Qasî sê mehan Desteya Erka xweparastinê bi gelê herêmê re civîn çêkirin û ev qanûna erka xweparastinê ji gelê herêmê re vegotin.
Şer û mercên kesên biçin Erka xweparastinê
Ciwanê ku biçe erk xweparastinê pêwîste temenê wî di navbera 18 heya 30 salî de be, ji derveyî van temenê hatiye diyarkirin ciwan naçin leşkeriyê. Her wiha kesên ku malbata wan de yek di nava YPG, YPJ û Asayîşê de hebe naçe erka xweparastin, lê dema yek ji wan vegeriya birayê din diçe leşkeriyê. Her wiha ger ciwan lawikê tenê yê malbatê be carek din naçe. Dîsan dema ciwanê temenê yê leşkeriyê diçe dibistana xwe carek din naçe leşkeriyê heya dibistana xwe diqedîne. Lê pêwîste ev kes biçin deftera leşkeriyê derbixin û piştî dibistanê wan qediya wê biçin leşkeriyê. Malbatên ku xortên xwe di nava Tevgera Azadiyê de jiyana xwe li dest dabin naçin leşkeriyê. Ev qanûn ji bo kurd, Ereb, Asûrî, Sûriyan, Ermen û Çeçen derbazdare.
Wextê leşkeriyê 6 meh in. Di destpêkê 40 roj perwerdeyek leşkerî û îdealojî têne dîtin. Her wiha mehê 4 rojan dikarin biçin malên xwe û kesên malên wan ji cihê karê wan dûr be rojek zêdetir tê dayina yanî dibe 5 roj destûr. Lê rewşek awarte hebin demekê kurt dimîne ser erkê xwe ew leşkerê erka xweparastinê. Ev hemû çûyîn li ser rojên wan yên leşkeriyê tê hesabandin yanî ser wan 6 mehên leşkeriyê ne.
2015-5-30-AMUD-BEDAWIKIRENA-ARKA-XWEPARASTINE-4-Copy
Dewreyên erka xweparastinê destpêkir
Piştî ku ev qanûn bi awayek zelal ji gel ve hate şirovekirin, di 11 cotmeha 2014’an de yekemîn dewreya erka xweparastinê dest bi perwerdeya xwe kirin. Perwerder 40 roj in. Her wiha di perwerdeyê de waneyên leşkerî û bîrdozî têne dayîn. Bi giştî erka xwe parastinê 11 dewreyên bi hejmarên cûda– cûda heya niha hatine dayîn. Ji van dewreyan 3 dewreyên destpêkê leşkeriya xwe qedaninde û vegeriyane malên xwe.
Kesên di şoreşê de bedel ne dane dijî qanûnê derketin
Wextê ku qanûna erka xweparastinê hat erêkirin, hinek aliyên ku ji bo Şoreşa Rojava xebatek ne kirine li dijî vê qanûnê derketin. Dema Şoreşa Sûriyê destpêkir, gelek ciwan û malbat ji şoreşê reviyan derve. Piştî 2 salan ev qanûna erka xweparastinê derket, bi hînceta ku leşkeriya bo zorê heye ciwan reviyan. Heye ENKS’ê di hevpeymana ku li Dohukê hate erêkirin û pişt civînên li Qamîşlo berdewam kirin, bi awayek îsrar xwest qanûna erka xweparastinê were rakirin.
DIR-BIDAWIBUNA-DEWRYA-ERKE-XEWE-PARASTINE-3
11’ê cotmehê bingehê artêşa Kantona Rojava hate danîn
Piştî nîqaş û civînên dem dirêj di dîroka 11’ê cotmehê yekemîn dewreya erka xwe parastinê hate destpêkirin. Bi destên dayîk û baban xwe bi sedan ciwan hatin oxirkirin û berê xwe dan erkê xwe yê parastinê. Hinek aliyên siyasî diyar dikirin ciwan ji ber çûyîna leşkeri ya bi zorê direvîn dervî welatê. Lê ev gotinên wan di demek herî kîn de vale derket.
Ji derveyî welat hatin leşkeriya xwe kirin
Berdevkê Buroya Têkiliya ya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Nasir Hec Mensur destnîşan kir ku piştî erkê xweparastinê ket meriyê jî 200 ciwanan zêdetir ji Bakûr, Başûrê Kurdistanê û Ewrupa hatin Rojava tenê ji bo erkê xwe parastinê bi cih bînin.
Li gorî Qanûna Erka Xweparastinê ya Kanton Cizîrê, her ciwanek divê tevlî xebatên parastinê bibe, lê piştî 6 mehan dikare vegera mala xwe. Piştî ku qanûn salek beriya niha ket meriyetê, bi sedan ciwanan erka xwe bicîh anîn. Hinek ji wan piştî 6 mehan vegeriyan, lê gelek jî venegeriyan û dibêjin ku ew ê heta bidawîkirina êrîşên li ser herêmê erka xwe bicîh bînin.
Wextê yan yê leşkerî qediyane lê neçûn malê
Endamê erka xweparastinê Hesen Terbuş ê ji Serêkaniyê diyar kiribû ew di roja yekemîn a hemleyê de bi 130 hevalên xwe re di çeperên herî pêş de cihê xwe girtibûn û wiha got: “Ji roja 6’ê gulanê heya niha me cihê xwe di hemleyê de girtiye û wijdana me qebûl nake ku em karê xwe û keda xwe nîvçe bihêlin, herin malê. Em jî weke hemû şervanên YPG û YPJ’ê em ê bi wan re bimeşin heya fînalê. Belê rast e, leşkeriya me 6 mehin, lê em ê çawa hevalên xwe û namusa xwe teslîm DAIŞ’ê bikin? Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin.”
Her wiha hêjayê gotinê ye 300 ciwanê erka xweparastinê leşkeriya xwe ya 6 mehan qedandiye lê ji ber şer û mercên heye naxwazin venagerin malên xwe.
DIR-BIDAWIBUNA-DEWRYA-ERKE-XEWE-PARASTINE-2
‘Em weke leşkerên erka xweparastinê hatine hêza xwe îspat bikin’
Çiya Serêkaniyê şervanê erkê xweparastinê : “Çawan ku şervanên YPG û YPJ’ê hêza xwe îspatkir û Rojava hemû parastin. Îro roj hatiye em jî weke leşkerên erka xweparastinê xwe îspat bikin û cihê xwe di vî şerê Serêkaniyê de cih bigirin. Em îro leşkerên erka xweparastin bi irade xwe û kêfa xwe hatine çeperan. Ev şer ji bo me leşkerên erka xweparastinê şerê yekemîne.”
Erka xweparastinê tirimpêla çeteyan bê bandor kirin
Beriya 9’ê tirmehê li gundê Heşîş yê dikeve başurê bajarokê Silûk nuqteyên ku hêzên erka xweparastinê diman, kamyonek tejî bombebarkirî êrîşek intiharî pêk anîn. Piştî wê di 14’ê tirmeha 2015’an dîsan çeteyên DAIŞ’ê xwestin li gundê Tawila yê dikeve başûrê bajarokê Silûk tirimpêlek tejî bombebarkirî biteqînin. Lê hêzên erka xweparastinê, beriya ku tirimpêl xwe bigihine hedefê ji dur ve li erebeyê şeradin û erebe bê bandorkirin.
s-mehod-yaser
16 endamên erka xweparastinê jiyana xwe dest dan e
Di dîroka 23’ê sibatê di encama êrîşa çeteyan yan li ser bajarê Til Temir de 6 endamên erka xweparastinê dema bajar diparastin jiyana xwe li dest dan. Her wiha bi vî awayî ev 6 kes yekemîn cangoriyên erka xweparastinê ne. Bi giştî heya niha 16 endamên erka xweparastinê jiyana xwe ji dest dane.
Wek me difikîr hîn zêdetir gel piştgiriya vê biryara erka xweparastinê kir
Berdevkê Buroya Têkiliya ya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Nasir Hec Mensur diyar kir ku wextê wan nû dest bi vê qanûna leşkeriyê kir difikir ji bo wan zehmet were û axavtinên xwe wiha domand: “Lê dema me dest bi vê leşkeriyê kir pir hêsan çêbû. Me digot wê malbatên me ji bo pirsgirêkan derbixin, berevajî wê malbatan û hemû gelên herêmê bi pêkhateyên xwe ve piştigiriya me kirin. Ji ber ku qanûn di dem û wextê wê de hate derxistin ji texmîna me hêsantir derket. Gelê me gihiştibû wê baweriyê êdî ji bo vê xakê parastin pêwîste. ”
Hêza erka xweparastinê li tevahiya Cizîrê de cihê xwe digirin
Nasir Hec Mensur destnîşan kir piştî demekê êdî hemû pêkhateyên Rojava piştgiriya vê qanûnê kirin û ev leşker di asta parastinê de neman bi daxwaza xwe berê xwe dan çeperên şer û Mensur wiha pêde çû: “Piştî perwerde xwe dîtin, heman demê de şerek berfireh li seranserê Cizîrê hate destpêkirin, hêzên parastinê jî bi awayek israr xwestin tevlî nava şer bibin û li cem YPG’ê û YPJ’ê cihên xwe bigirin. Ji Til Hemîs heya Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî aktîv hêzên me cihê xwe di nava hemleyên şer de girtin.”
Mensur diyar kir ku bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dan vê leşkeriyê û ev leşkerên ku êdî di şeran de bûn xwedî tecrûbe bi israra wan heya Girê Spî û Eyn Îsa jî çûn. Îro jî di hindirê Hesekê de leşkerên me xeta berxwedanê de cihê xwe digirin.
DIR-BIDAWIBUNA-DEWRYA-ERKE-XEWE-PARASTINE-4-1024x577
Piştî şehîdên me çêbûn girêdana bi erkê xwe ve mezintirbû
Mensur ragihand heya niha 16 şehîdên wan çêbûne û wiha got: “Piştî ku 16 endamên me yên erka xweparastinê şehîdên ketin, endamên erka xweparastinê bi awayek hîn bi isrartir erkê xwe pêk anîn. Diyar kirin wan rêhevalên xwe winda kirine, bi dîsiplîn û bi awayek bihêztir em ê erkê xwe bidomînin.”
Erkê xweparastinê artêşek ji bo tevahiya Sûriyê ye
Mensur anî ziman ku êdî erka xweparastinê ne tenê ji bo Rojava ye artêşek leşkeri ji bo hemû Sûriyê ye.
Mensur diyar kir ku her dewreya ku diçe hîn zêdetir tevîlbûn zêdetir dibe û artêşa me mezin dibe û Mensur destnîşan kir ku berevajî wan gotinên digot ciwan ji bo leşkeriyê direvin hin zêdetir ciwan ji derve hatin leşkeriyê.
Li Kantona Efrînê kîn erka xwe parastinê di 19’ê gulana 2015’an weke qanûna hate erê kirin. Di 5’ê tirmeha 20105’an de yekemîn dewre hate vekirin.
dc)
ANHA