NAVENDA NÛÇEYAN Duh Fermandarê Giştî yê operasyona Felûce yê artêşa Iraqê, Ebdulwehab Seîdî ragihandibû ku hêzên wan navçeya Xaz a Felûce û Taxên Şehîdan ên Duyem li Felûce rizgar kirine û li van cihan çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarine û gelek windahî dane. Ebdulwehab Seîdî diyar kir ku îro hêzên wan ên dij-teror ketine Taxên Şehdîdan ên Yekem ku dikevin başûrê Felûce û wê îro van cihan bi temamî paqij bikin. Her wiha diyar kir ku yekîneyên wan ên ji bo rakirina mayînan jî dest bi xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyên li van cihan kirine. Li aliyek din Fermandarê Tûgaya 14’emîn ê artêşa Iraqê Ebdulmuhsin El Ebasî jî diyar kir ku hêzên wan bajarokê Seqalwe yê girêdayî Felûce ji çeteyan temîz kirine û li bajarok dest bi paqijkirina teqemenî û mayînan kirine û wiha got; “DAIŞ’ê hemû saziyên hikûmet û navendên xizmetê bombe kirine. Hêzên me dest bi paqijkirina van cihan kirine.” Her wiha Fermandarê Tûgaya 10’emîn ê artêşa Iraqê Mehmûd El Felahî ku ji çapemeniyên Iraqê re axivî, diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê li eniya bakûrê Remadî êrîşek çeteyên DAIŞ’ê şikandin û di vê êrîşê de 4 wesayitên çeteyan ên bombebarkirî jî rûxandin. Her wiha mehmûd El Felahî got ku di encama şerê li vir derket de 41 çeteyên DAIŞ’ê jî hatine kuştin. Her wiha li gor daxuyaniya Tûgaya 37’emîn a artêşa Iraqê duh hêzek xwe ya leşkerî sewqî herêma navçeya Mexmûrê kiriye. Li gor heman daxuyaniyê hat diyarkirin ku artêşa Iraqê ji bo berfirehkirina amadekariyên operasyona Mûsilê ev leşker şandine herêma Mexmûr. (sk)
Hemû Nûçe
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...
Bakirhan: Yekîtiya partî û saziyên siyasî yên Kurdan divê wek Pira Dehderî be
Bakirhan di civîna Amedê de diyar got, yekîtiya Kurdan divê wekî Pira Dehderî xu...
Mosqowê ragihand, ew ji bo danûstandinên sêalî yên ligel Ûkrayna û DYE'yê amade ne
Mosqowê da zanîn, ew amade ne piştî 4'ê Sermawezê ligel Ûkrayna û DYE'yê dest bi...
Daxwiyaniyên Besnik Hasi û Şampiyoniya Nehir Aytulun
Amedspor berî maça Samsunsporê bi daxwiyaniyên Besnik Hasi derket pêş; Nehir Ayt...