1 deqîqe xwendin

Artêşa tirk berê xwe da şer

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ŞIRNEX/DÊRSIM - Helîkopterên Kobra yên artêşa tirk Çiyayê Gebar ê Şirnexê û Geliyê Kûtû yê li Pilumur a Dêrsimê bombebaran kir.

Hat zanîn ku Çiyayê Gabarê duh ji aliyê kobrayan ve hatiye bombebarankirin.

Her wiha helîkopterên Kobra yên ji 23. Lîwaya Komandoyan a Tucelî rabûn û herêmên Geliyê Pilumur, Roj û Kûtû bombebaran kir. Her wiha hat zanîn ku 4 roj in li Dêrsim û navçeyên wê veguhestina leşkerî pêk tê.

Li aliyê din piştî ku KCK'ê da xuyakirin ku heta dewleta tirk êrîş neke ew ê di şîpa parastinê de bimînin, artêşa tirk dest bi amadehiyên êrîş û operasyonên berfirek kir.