1 deqîqe xwendin

Artêşa Tirk êrîşên xwe didomîne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Artêşa tirk êrîş bir bi ser Qadên Parastinê ya Medyayê

Li gor agahdariyên HPGê, helikopterên dewleta tirk, herêma Qadên PArastina MEdyayê bombebaran kiirine.

HPG di daxuyaniya xwe ya ku ji ser twitterê belav kir de, wiha dibêje: ”Roja 25ê adarê saet di 12.00 de, helîkopterên artêşa tirk a dagirker, Li Qadên Parastinê ya Medyayê, di nav sînorên Heftanînê de, ji ser Newala Kuranîşê ve hewl dane bikevine qadên gerîllayên me. Li ser bersivdana gerîllayên me, neçar mane û bi paş ve kişiyane. Artêşa tirk a dagirker piştî vê hewldana xwe, li dijî Kuranîş, Deriyê Dawetiya, Şehîd Kendal û Gire Nêriya, bi obus û hawinan êrîş pêk anî.

Di vê navberê de, Sererkaniya Giştî ya Leşkerî ya Tirk jî daxuyaniyek da û diyar kir ku wan bi tu awayî dawî li operasyonên xwe neanîne, ango nedane rawestandin.

Amîda Kurd