1 deqîqe xwendin

Avahî xisar dîtin gomên sewalan xira bûn

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di erdheja li gundê Sultanliya Kopa Mûşê ya hêza wê 5.0 pêlê de windahiya can pêk nehat. Malên li gund xusar dîtin û gelek govên sewalan jî hilweşiyan

Di erdheja li gundê Sultanliya Kopa Mûşê ya hêza wê 5.0 pêlê de windahiya can pêk nehat. Malên li gund xusar dîtin û gelek govên sewalan jî hilweşiyan.

Enstitûya lêkolîna erdhej û rasatxaneya Kandîlliya Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyand ku li gundê Sultanliya Kopa Mûşê erdheja hêza wê 5.0 pêl pêk hatiye. Erdheja saet di 13:35'an de pêk hat li bajarên Erzirom û Agiriyê jî hat hîskirin. Di erdhejê de windahiya can pêk nehat lê govên sewalan hilweşiyan. Di erdhejê de 2 sewalên sermezin telef bûn. Keyayê gund Îbrahîm Çîlîgel diyar kir ku di gundê wan de 107 mal hene û got; "Dîwarên hin malan xira bûn. hin govên sewalan jî bi tememî hilweşiyan. Sewal di bin kavilan de man."

Qeymeqamê Kopê Ferît Gorukmez û Şaredarê Kopê Ziya Akkaya jî hatin gund û bi welatiyan re hevdîtin pêk hatin.

(ak)