1 deqîqe xwendin

Bajaroka Şiyox hate rizgarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ (DÎHA) – Hêzên YPG’ê şevêdin bajaroka Şiyoxa Jorîn ku dikeve rojavayê Kantona Kobanê û li rex Çemê Firatê ye, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi vê yekê hemû herêmên di navbera Cerablus û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên YPG’ê şevêdin li bajaroka Şiyoxa (Şêxler) Jorîn ku 45 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê û li rex çemê Firatê ye, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin.

Di encama operasyona ku heta saetên serê sibehê dom kirin de, bajarok bi temamî hate rizgarkirin. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin û hinek cenazeyên wan ketin destê YPG’ê. Çeteyên ku ji bajarokê reviyane, çûn bajaroka Cerablus û pira di navbera Şiyox û Cerablus de teqandin.

Bi rizgarkirina Şiyoxê, hemû herêmên di navbera Cerablus û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin.

(oî)