2 deqîqe xwendin

Bajarokê Şiyox ê Kobanê hate rizgarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN Şervanên YPG/YPJ’ê bajarokê Şiyox yê li kêleka çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Bi rizgarkirina Şiyox re, hemû herêmên di navbera Cerablus û Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Hêzên YPG’ê şevêdin bajarokê Şiyoxa Jorîn ku dikeve rojavayê Kantona Kobanê û li rex Çemê Firatê ye, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi vê yekê hemû herêmên di navbera Cerablus û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin. Li gorî ANHA’yê, hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li bajaroka Şiyoxa (Şêxler) Jorîn ku 45 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê û li rex çemê Firatê ye, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Di encama operasyona ku heta saetên serê sibehê dom kir de, bajarok bi temamî hate rizgarkirin. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin û hinek cenazeyên wan ketin destê YPG’ê. Çeteyên ku ji bajarokê reviyane, çûn bajaroka Cerablus û pira di navbera Şiyox û Cerablus de teqandin. Bi rizgarkirina Şiyoxê, hemû herêmên di navbera Cerablus û Kobanê yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyan hatin paqijkirin