Bakirhan: Dem hatiye li şûna axaftin û daxuyaniyan pêngavên kiryarî werin avêtin
Tuncer Bakirhan diyar kir, ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê pêwîst e pêngavên kiryarî û qanûnî werin avêtin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li ser gotûbêjên dawî yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de daxuyaniyên girîng dan û bal kişand ser hewcedariya pêngavên pratîkî yên di qada qanûnî de.
Li gor Kurdistan24ê weşandiye, Tuncer Bakirhan ragihand ku êdî dema axaftinên giştî û daxuyaniyên bêencam qediyaye û got: "Em dibêjin ku divê êdî li şûna axaftinê pêngavên kiryarî bên avêtin. Di vê arasteyê de jî, divê bi zûtirîn dem Komîsyona Hevahengiya Çekdanîn û Stratejiyê bi awayekî çalak dest bi karê xwe bike. Ev pêngav jî ji bo serkeftina proseyê giringiyeke jiyanî ye."
Bakirhan her wiha bal kişand ser girîngiya rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de û diyar kir ku pêwîst e şert û mercên xebatê yên guncaw ji bo wî werin çêkirin: "Divê Ocalan karibe bi awayekî azad karên xwe bike, hevdîtin û civînên xwe bike û peywendiyan deyne, her wiha rê ji bo wî bê xweşkirin ji bo destê wî bigihe hemû aliyên têkildar."
Li ser berpirsiyariya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Turkî di vê pêvajoyê de, Hevserokê DEM Partiyê tekez kir ku divê parlamen dest bi çavdêriyê bike û mekanîzmayên pêwîst bixe meriyetê. Bakirhan got: "Divê Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoyê jî bi zûtirîn dem were pêkanîn û dest bi karên xwe bike, bi aliyan re bicive wan karên paşketî bi cih bîne, ji bo derxistina qanûnên pêdivî jî bikeve livê."
Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk tenê bi hevsengiyeke durust a di navbera ewlehî û garantiyên destûrî de dikare pêk were û banga cesaretê li hemû aliyên siyasî kir da ku paşeroja gelan di nava şer û qeyranan de neyê windakirin.
Wêne: Kurdistan24