1 deqîqe xwendin

Balafirên Tirkiyeyê herêma Xinêrê bombebaran kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ji seat 23:00’an û şûnde herêma Xinêre a girêdayî Herêma Parastina Medyayê bombebaran kir.

Li gorî agahiyê bi destketine balefirên artêşa Tirk piştî Qendîl, Heftanîn, Gara, Metîna û Zap ji seat 22:00’an û şûnde bombebaran kir, di seat 23’an de herêma Xinêre a girêdayî Herêma Parastina Medyayê ji bombebaran kir. Bombebarankirin ji berî çend kêliyan bi dawî bû.

Hat ragihandin ku li herêmê bi awayekî berfireh tevgera balafiran berdewam dike.

Li gorî agahiyên bi dest ketine balefirên Tirkiyeyê rûkêtek li nêzî nehyeya Dêrelokê ji da ye û ji ber vê yekê di nava xelkê wê herêmê de tirs zêde bûye.

(ab)