Balefirên rêjîmê bi bermîlên teqemenî derdora dibistana Yasîn Yasîn ya taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombebaran kir
HELEB 07.06.2014 09:35:50
Balefirên rêjîma Baasê taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir. di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha malên welatiyan jî hilweşiyan.
Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku îro saet di 09.00’an de balefirên rêjîmê bi bermîlên teqemenî derdora dibistana Yasîn Yasîn ya taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombebaran kir. Di encamê herî kêm du welatiyên sivîl birîndar bûn û gelek malên welatiyan jî hilweşiyan.