Enqere - Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di kongreya asayî ya AKP’ê de axivî û Erdogan xêrhatina mêvanên ji welatên cûda hatin kir, lê gava xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, peyva “Kurd” jî bi kar neanî.
Kongreya AKP’ê vê sibê dest pê kir û bi axaftinên Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan didome. Erdogan xêrhatina mêvanên ji welatên cûda hatin kir û lê gava xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, peyva “Kurd” jî bi kar neanîn. Ji bo Barzanî got “Serokê Rêveberiya Herêmî ya Iraqê Birêz Mesûd Barzanî”.
ANF NEWS AGENCY