Bavê Samî Tan jiyana xwe ji dest da
Bavê Serokê Esnîstûya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ku bi salane ji bo Kurdî xebatê dimeşîne, Ebuzer Tan jiyana xwe ji dest da.
Bavê Samî Tan, Ebûzer Tan ê ku demek dirêj bû li Mêrsînê di nexweşxaneyê de dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Em jî li ser navê malpera Amîda Kurd xemgîniya xwe diyar dikin û serxweşiya birêz Samî Tan, hemû malbata Tan, xizm, nas û hezkiriyên wan dikin. Xuda birêz Ebûzer Tan bi rehma xwe şa bike.
Çavkanî: ANF NEWS AGENCY