Belgefîlma li ser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di Mehrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen de, xelata zîvî wergirt.
Belgefîlimê bi navê “Her War: Women vs. ISIS”, dîmenên wê li eniyên
şer ên Serêkaniyê hatine kişandin û fîlm ji aliyê kenala RT a Rûsyayê ve
hatiye amadekirin. Ev fîlm berxwedaniya şervanên Yekîneyên Parastina
Jin (YPJ) ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, her wiha beşdariya jinên Kurd di
nava xebatên şoreşra Rojava derdixe pêş.
Di mehrîcanê de zêdetirî hezar kes ji 29 dezgehên çapemendiyê yên navnetewî beşdar bûn.
Mehrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen di sala 1967’an li bajarê Los Angeles ê Amerîkayê destpê kir.
Ji bo temaşekirinê vir bitikîne:
ANHA