MEHMET DURSUN
WAN (DÎHA) – Li hêrêm AKP a mu li gelek bajaran endamên sexte qeyd dikin li Wan û Colemêrgê 23 kes bêyî agahiya wan kiriye endamên AKP’ê. Welatiyên ku diyar kirin bêyû agahiya wan ew kirine endamên AKP’ê dê têkîldarî mijarê li dozgeriyê gilî bikin.
Beriya hilbijartinên meha hezîranê AKP wekî di hilbijartinên din de li herêmê endamê sexte qeyd dike. Li taxa Cevdetpaşa ya Wanê û gundê Kaymakli ya Colemêrgê 23 welatî bêyî agahiya wan kirine endamên AKP’ê. Welatiyên ku bêyî agahiya wan ew kirine endamên AKP’ê li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku dê tîkîldarî mijarê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.
‘Ev polîtikaya pêkûtiyê ye’
Welatiyê bi navê Ferman Demîrkirina anî ziman ku ji malabtê 7 kes bêyî agahiya wan kirine endamên AKP’ê û wiha got: “Dema ku agahiyên hilbijêran meze kir me dît ku em kirine endamên AKP’ê. AKP bi rûmet û şerefa me ve lîst.” Demîrkan bilêv kir ew ji 1980’an heta niha piştgiriyê didin partiyên di xeta tevgera azadiya kurd de ne û bi endamtiyên sexte ve hatine biçûkxistin. Demîrkan da zanîn kul i gundê Kaymakliyê 18 xizmên wan kirine endamên AKP’ê û wiha got: “Li gundê Kaymakliyê 166 hilbijêr bi temamî dengên xwe didin DBP’ê. Tenê dengek jî ji AKP’ê re dernakeve. Lêb i dehan kesan dikin endamên AKP’ê. Ev polîtîkaya pêkûtiyê ye. Li dijî gelê kurd heqeret e. Me bi endamên sexte dibêjin dê bigihîjin cihekî?”
Demîrkan got ku ew ê biçin dozgeriyê û gilî bikin û ev tişt anî ziman: “Ez ê serî li hemû riyên hiqûqê bidim. Ez ê tu caran li dijî van polîtîkayên bêexlaq nemînim.” Demîrkan got ku bila hemû kes li dijî polîtîkayên AKP’ê hişyar bin û hemû welatî li ser înternetê agahiyên xwe piştrast bikin.
(sa)