YASÎN KOBULAN
ÇEWLIK (DÎHA) – Namzetên HDP’ê yên Çewlikê bi xebatên xwe yên hilbijartinê ve gelekî balê dikişînin. Neviyê Şêx Seîd û Hindekarê Zanîngeha Michigan-Flint a Amerîkayê Hişyar Ozsoy yek ji namzetên HDP’ê yê balê dikişîne ye. Ozsoy piştî 22 salan vegeriya Çewlikê û diyar kir ku eleqeyeke mezin ji bo HDP’ê heye û HDP di warê civakî, siyasî de ji bo hemû kesên hatine wêdetirkirin bernameyek amade kiriye.
HDP’ê piştî xebateke demdirêj namzetên xwe diyar kir bi namzetên xwe yên Çewlikê ve nîşan da ku bi îdia ye. Yek ji namzetên HDP’ê yên Çewlikê Neviyê Şêx Seîd û Hindekarê Zanîngeha Michigan-Flint a Amerîkayê Hişyar Ozsoy ê ku balê dikişîne ye.
Ozsoy ê eslê xwe ji Çewlîkê ye ji ber pêkûtiyên dewletê di 1993’yan de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Ozsob ê salên demdirêj li Stenbolê ma, piştî Zanîngeha Bogazîçî qedand çû Amerîkayê û li wir mastir kir. Ozsoy piştî xebata akademîk hate Tirkiyeyê û di 2005-2008’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên şewirmendî û dîpolomasiyê meşand. Piştî 2011’an jî Li Zanîngeha Michiganê ya Amerîkayê wekî hindekar dest bi xebatê kir. Ozsoy li Amerîkayê têkîldarî pirsgirêka kurd xebatên aktîf kir. Ozsoy ê li malbateke welatparêz mezin bû di têkoşîna 40 salan a tevgera kurd de jiyana wî teşe girt.
Piştî ku serlênada namzetiyê ya Ozsoy hate qebûlkirin vegeriya Kurdistanê. Ozsoy piştî ku 22 salan vegeriya Çewlikê ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dît.
Ozsoy têkîldarî vegera xwe ya tirkiyeyê û namzetbûnê de ev tiş anî ziman: “Hin tiştên girîng ên ku HDP pêşniyar dikin hene. Li Tirkiyeyê ne tenê rejîm sîset xetimî ye. Pirsîrêka temsîlbûna beşên ciakê heye. Nakokiyên mezhebî hene. Nakokiyên zayendî hene. Projeyên ku HDP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan daniye li gorî partiyên din bi cewherî ne.”
Ozsoy got ku HDP’ê ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bersiv pêş xistiye û ji ber vê yekê jî heyecanek derketiye holê û heke ne HDP ba dê neketa siyesata aktîf.
‘Ji bo kurdan siyaset ne pîşe pêdivî ye’
Ozsoy da zanîn ku siyaset ne pîşe ye û ew jî bi vî rengî li siyasetê nanêre û wiha berdewam kir: “Siyaset ne pîşe ye. Ez siyasetê wekî pîşe nabînim. Dema ku hûn ji ciheke din binêrin hûn ê siyesatê wekî pîşe bibînin. Yên ku 50 salan siyaset kirine pîşe hene. Kî ketiye siyasetê êdî derneketiye. Siyesata kurd ji pîşeyê wêdetir pêdivî ye. Dema ku em pêşerojê dinêrin 3-5 salên bê dê bibe salên qederê. Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke sed sal in didome heye. Nirxên gelek mezin derketiye holê di 30 salên dawî de. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Ji bo kurdan fersendê dîrokî hene. Ligel vê rîsk jî hene. Her çiqas sempatiyek hebe jî bi peymanên navneteweyî nehatiye misogerkirin.”
Ozsoy da zanîn ku encama hilbijartina Çewlikê ji niha ve texmîn kirin ne pêkan e û wiha berdewam kir: “Ez bi awayeke rasteqîn li siyasetê dinêrim. Nika mirov nikare tiştekî bibêje. Li Çewlikê gelek denge hene û zû tên guhertin. L êli Tirkiyeyê û bi taybetî li Çewlikê westandineke AKP’ê derxistiye holê heye. 13 sal in îxtidar in heka 2009’an di civakê de hate ecibandin. Çiqas sozên xwe bi cih anî ew tiştekî cuda ye. Lê sînerjiyek derxist holê. Lê piştî ku tevahî îxtidar xist destê xwe rizandinê dest pê kir. Konjoktura ku AKP derxistiye holê niha tuneye.”
‘Heke Çelik bibe 3-0 matmayî nebin’
Ozbos anî ziman ku dema hatine Çewlikê li benda eleqeyeke bi vî rengî nebûn û ev tişt anî ziman: “Profîlê namzetên AKP’ê nîşan dide ku em dikarin bi awayeke cidî li Çewlikê dengên xwe zêde bikin. Li Çewlikê heyecanake mezin heye. Em ê jî gelekî bixebitin. Şert hene. Min heyecaneke wisa texmîn nedikir. Li Çewlikê siyaset dê çawa be nayê zanîn. Çewlikê tenê makeqanûna 82’yan red kiribû. Heke Li Çewlikê HDP bibe 3-0 matmayî nebin. ÇEwlik wekî keleha AKP’ê dihat xuyakirin lê niha her roj dengên me zêde dibin. Em dixwazin vê yekê zêdetir bikin.”
Ozsoy got ku berê j îli Çewlikê xebatên hilbijartinê meşandiye lê yekem car evqas leşker û polîsan dibîne.
(sa)